Trump: Peywendîyên me li gel Kurdan baş in

Trump: Peywendîyên me li gel Kurdan baş in

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Peywendîyên me yên li gel Kurdan baş in.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Spî konferanseke rojnamevanîyê saz kirin.

Serokê Amerîkayê di civînê de dîyar kir ku wan civîneke gelek berhemdar encam dan û got ku Tirkîye hevalbendeke stratejîk a Tirkîyê ye.

Trump got ku Erdogan ji wî re ragihandîye ku Tirkîye dê berpirsyariyên xwe bicih bîne û derbarê agirbesta li Rojava jî ragihand, “agirbest tevlîhev e lê em bi awayekî bilez pêş ve diçin.”

Serokê Amerîkayê derbarê operasyona kuştina Ebûbekîr Bexdadî de jî got, “Tirkîye bû alîkar. Em spasîya wan dikin. Ew jî weke me şerê terorê dikin.”

Li ser mijara S-400an jî Trump got hevdîtinên wan ên li gel Tirkîyê berdewam in û hêvîyên xwe derbbirîn bo çareserkirina wê mijarê.

Herwiha Donald Turmp amaje bi wê yekê kir ku ew dê rêjeya bazirganîya di navbera herdu welatan de bilind bikin bo 100 milyar dolaran.

Li ser pirseke derbarê Kurdan de jî Serokê Amerîkayê got ku peywendîyên wan li gel Kurdan baş in û wan bi hev re şerê terorê kirine.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî tekez kir ku wan hevdîtînên berfireh û serkevtî encam dan û got ku ew dê peywendî û hevkarîya xwe li gel Amerîkayê kûrtir bikin.

Erdogan got ku wan 2 hezar û 200 çekdarên DAIŞê yên ku ji Sûrîyê revîyane girtine û got ku ew û Amerîka li gel hev dikarin “DAIŞê jinav bibin û aramî û seqamgirîyê vegerînin Sûrîyê”.

Li ser êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê jî Erdogan got ku wan bi wê êrişê “derbeke giran li cudaxwazîya PKKê” dane û YPG jî bi binpêkirina agirbestê tohmetbar kir.

Li ser rêkevtina di navbera herdu welatan de derbarê Rojava de, Erdogan got ku ew pabend in bi wê rêkevtinê û dîyar kir ku wan “fersendekî girîng” ji bo çareserkirna krîza Sûrîyê bi dest xistine.

Erdogan dîsa balkişand ser koçberên Sûrîyê yên li Tirkiyê û got ku wan alîkarîya pêwsît di vê mijarê de wernegirtîye.

Erdogan ragihand ku wan derbarê Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî de jî belge radestî berpirsên Amerîkayê kirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin