Trump, Netanyahu û Gantz Vedixwîne Qesira Sipî

Trump, Netanyahu û Gantz Vedixwîne Qesira Sipî

Serokê Amerîka Donald Trump Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û rêberê rikeberîya wî welatî Benny Gantz vexwendin Qesira Sipî.

A+A-

Navenda Nûçeyan-Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence piştî bi Netayahu re li Orşelîmê kom bû got ku ‘’Serok Trump bo axaftina ser mijarên herêmî û gumana aştîyê ya li axên pîroz, ji min xwest ku ez Netanyahu vexwînim Qesira Sipî.’’

Pence dîyar kir ku wî li ser xwestina Trump bang li Rêberê Tifaqa Şîn û Sipî Benny Gantz jî kirîye.

Trump jî ji Twitterê ragihand ku ew li bendê ye ku bi Netanyahu û Gantz re bicive.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku nûçeyên ser hûrgilîyên hevdîtina bi Netanyahu û Gantz re spekulasyon in.

Trump dema dest bi seroktîyê kiribû, gotibû ku ew dixwaze ku kêşeya Îsraîl û Fîlîstînê çareser bike û li ser vê Plana Peymana Sedsalî dabû hazirkirin.

 

Dengê Amerîka

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin