Trump: Navbera me û Tirkiyê nebaş e!

Trump: Navbera me û Tirkiyê nebaş e!

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ku peywendiyên wan ên li gel Tirkiyê nebaş in û herwiha eşkere kir, ku dê baca li ser elemînyom û hesinên Tirkiyê jî du hinde zêde bikin.

A+A-

Donald Trump li ser Twitterê derbarê peywendiyên Waşîngton û Enqereyê ragihand: “Peywendiyên me di vê demê de li gel Tirkiyê nebaş in.”

 

Trump eşkere kir, ku biryar dane gumriga li ser hesin û elemînyoma Tirkiyê zêde bikin û got, ku lîre li hember dolar her diçe nirx wenda dike û baca li ser hesin %50 û ya li ser elemînyomê jî %20 zêde dibe.

 

 

I have just authorized a doubling of Tariffs on Steel and Aluminum with respect to Turkey as their currency, the Turkish Lira, slides rapidly downward against our very strong Dollar! Aluminum will now be 20% and Steel 50%. Our relations with Turkey are not good at this time!

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin