Trump kurdan davêje ber guran

Trump kurdan davêje ber guran

Divê em bê deng nemînin

A+A-

Roja 26ê vê mehê Jan Björklund (Serokê Partîya Lîberalên Swêdê) û Fredrik Malm (Berdevkê Partîya Lîberalan a Polîtîka Derve) yek ji mezintirîn rojnameya Swêdê di Expressenê de gotarek weşand. Bi tesîra vê gotarê Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallstrom di 28-12-2018an de ji bo civînekê bangî endamên Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî kir. Swêd endama Konseya Ewlekarî ya demî bû ku endametîya wan îro diqede. Ji ber ku van camêran dest danîn ser birînên kurdan, me hêja dît ku wergerînin kurdî.

Rûpela Nû

 

Trump kurdan davêje ber guran - Divê em bê deng nemînin

Bi biryara ku Trump daye, rîska ku kurdan bavêjin ber guran heye. Ew mirovên dilpakên ku li dijî terorîstên dinyayê  yên herî xeternak (DAÎŞê), li ber xwe dan û niha jî tên piştguhkirin.

Jan Björklund och Fredrik Malm ku ji partîya Liberalan in, dibêjin: Swêd divê vê pirsê bigihîne Konseya Ewlekarîyê ya NY (Neteweyên Yekbûyî) ku hîn gotina me li wê derê derbas dibe.

Serokê Amerikayê Donald Trump ji nişkave emir da ku hêza leşkeri ya Amerikayê ji Surîyeyê, ji rojavayê çemê Firatê vekişe. Ev tê wê maneyê ku ev biryar wê bibe sebebê stratejî û serêşên mezin ji bo Amerîka û hevpeymanan. Ev yek wê bibe sedemê rîska kareseteke mezin ji bo kurdan.

Serokê Trump gotina hemû kesên sîyasetmedar, şêwirmend û leşkerên pile bilind  ku li der û dora wî ne, guhdar nekir û wek xwe kir.

Wezîrê Parastinê Jim Mattis dest ji karê xwe berda, herweha Brett McGurk ku wekî nunerê taybetî ji bo hevbendîya li dijî DAÎŞê bû, ji wezîfa xwe îstifa kir. Vê biryarê tenê kêfa Rûsyayê, Tirkîyeyê, Îranê û DAÎŞê tîne.

 

Yên ku cîhadîst bê tesîr kirin Kurd bûn.

Ew herêma ku Amerîka îro dest jê ber dide, ji alîyê Hêzên Demokratîk ên Surîyeyê ku kurd serokatîyê dikin tê kontrolkirin. Ev hêz in ku li dijî DAÎŞê bi rojavayîyan re herî dilsoz bûn. Ew hêzên ku gav bi gav, gund bi gund li cîhadistan digerîyan, herêmê ji wan paqij dikirin û ew bê tesîr  dikirin.

Kurd ji bo Amerîka û Ewrûpayê çekdarên di şer de yê li enîya herî pêş bûn û ew ji DAÎŞê   pak kirin. Wa bi çekên xwe yên sivik bi jin û mêrên xwe, li ser bingeha laîk/sekular şer kirin. Ev serkeftin bêyî hebûna Amerikayê li herêmê û bi piştgirîya wan a hewayî ne mumkin bû.

Ew Kurdên ku di şerê li dijî DAÎŞê de herî dilsoz bûn û gelek xesar jê dîtin, bi vê biryara Trump, kurd wekî gelek carên rîsk heye ku dîsa bibin nêçîra ber devê guran. Her weha şerê li dijî DAÎŞê hîn neqedîyaye û hîn jî hejmarek teroristên DAÎŞê li Surîye û Iraqê hene.

f.-malm-002.jpg

Tirkîyeya dijmin dikare Surîyê îşgal bike

Tirsa ku Tirkîye têkeve bakurê Sûrîyê gelek mezin e û rîska bi milyonan sivîl dîsa bên dorpêçkirin û talankirin û koçkirinê heye. Li Tirkîyê kurd bi deh salan e di tengasîyê de ne.

Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan bi darê zorê welat îdare dike, rojnamevanan û sîyasetmedarên kurd digre û davêje zindanan, bi gefên ku ew ê bakurê Sûrîyeyê dagir bikin, kurdan ditirsîne. Armanca wî  ew e ku vê fersenda xweîdarekirinê ku ketîye destê kurdan bipelçiqîne, ji navê rake. Wek sedem jî PKKê ji xwe re dike behane. Her çendî girêdaneke wisa hebe jî, kurdên surîyeyê li hember Tirkîyeyê ne tehdîd in. Êrîşek leşkerî ya bi vî rengî metirsîya bê îstiqrarîyeke mezin him li Surîyê him jî li Tirkîyê wê bi xwe ra bîne.

Pirsgirêka mezin ne ew e ku pêşî li kurdên Surîyê bigrin da ku îdarekirinek xwe bi xwe bi dest bixin, pirsgirêk ew e ku pêşî li kurdên Tirkîyê bigrin ku bi deh salan e dixwazin xwe bi xwe îdare bikin.

 

Divê piştgirî li xweserîya laîk bê kirin

Li hember êrîşeke Tirkîye, dinya nikare bê deng bimîne.

Bêdengîyek bi vî rengî teslîmbûyîneke ji bo Amerika û Ewrûpa ku her tim dixwazin li Rojhilata Navîn dewletên laîk û pragmatîk hebin.

Bêguman Amerîka heta bi heta wê li Surîyê nemîne, lê paşvekişandina leşkerên Amerikayê ya bi vî rengî, nîvçomayî û ji nişkave, li dijî helwesta wan a heta nuha ye û herweha li dijî hêvîyên ku  Hêzên Demokratîk yên Sûrîyê dipa.

Ji bo êrîşên Tirkîyê bidin sekinandin, kurdên Surîyê wê mecbûr bimînin ku peymanekê bi hikumeta Surîyê re pêk bînin. Heger hikûmeta Surîyê kontrolê bike destê xwe, mixabin wê gelek zehmet be li heremê pêşveçûnek bibe. Heta nuha Beşar al-Assad Surîye ajotîye nav wehşetê, gola xwînê û wêrankirinê û bi milyonan hemwelatîyên xwe bi penaberîyê perîşan kirîye.

 

Divê mirov dev ji hevkarê xwe bernede

Ewrûpa û Amerîka xwedîyê berpirsîyarîyen gelek mezin in, him ji alî polîtîk, ewlekarî û exlakî ku terka hevkarên xwe yên laîk û pragmatîk bikin û dest ji berxwedana li dijî terorîzmê ya li Rojhelata Navîn berdin. Heger Amerîka ji nişkava dest ji hevkarîyê berde, divê YE (Yekîtîya Ewrûpa) û NY bi lez vê pirsê bike rojeva xwe û li çareserîyan bigere ka wê çawa bikaribin rê li ber karesateke nuh bigrin.

Divê Swêd jî vê pirsê bigihîne Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî, ku endametîya me çend roj mane, hîn gotina me li wê derê derbas dibe û herweha divê em vê pirsê  bighînin organên herî bilind yên Yekîtîya Ewrûpayê jî.

Divê em bi hev re zorê bidin Trump ku li ser biryara xwe baş bifikire.

YE jî divê analîzeke baş bike vekişîna Amerîkayê ji herêmê wê çawa tesîr li Yekîtîya Ewrûpayê û li welatên endam bike.


Jan Björklund, Serokê Partîya Lîberalan-Swêd

Fredrik Malm, Berdevkê Partîya Lîberalan a polîtîka derve

Rojnameya Expressen, 26.12.2018

Werger: Leyla Yesil

https://www.expressen.se/debatt/trump-kastar-kurderna-till-vargarna-vi-maste-agera/

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin