Trump jimara leşkerên li Iraq û Afxanistanê dadixe nîvî

Trump jimara leşkerên li Iraq û Afxanistanê dadixe nîvî

.

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump heya dawiya meha yekê ya sala bê, li ser textê xwe ye û ragihandiye ku heya nîvê meha yekê ya sala 2021 ê, wê jimara leşkerên Amerîkayê yên li Iraq û Afxanistanê daxîne nîvî.

Pentagon li ser mijarê bo medya welatê xwe ragihandiye ku dê Trump di nava vê hefteyê de jimara leşkeran wê daxîne 2.500 leşkeran. Pentagonê li gor biryara Trumpî ferman daye leşkerên xwe da li gor plana çêkirî xwe amade bikin.

Li gor rêjeyên niha; li Iraqê 3 hezar û li Afxanistanê 4.500 leşkerên Amerîkayê hene.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin