Trump ji herdu tometan bêtawan derket

Trump ji herdu tometan bêtawan derket

Proseya Dadgehîkirina Serokê Amerîkayê Donald Trump li Encûmena Pîran a wî welatî anku Senatê bi dawî hat û Senatê, Trump ji herdu tometên bikaranîna xirab a desthilatê û astengkirina karê Kongrêsê bê tawan derxist.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro dengdan li ser dadgehîkirina Serokê Amerîka Donald Trump derbarê herdu tometên ku bi wan hatibû tometbarkirin, birêve çû, û di dengdana yekem de, Senatê biryara bêtawanbûna Trump da.

Di tometa yekem de ku bikaranîna xirab a desthilatê bû, 52 endamanên Senatê dengên xwe bo redkirina tometê dan û 48 endaman jî ku hemû ji Demokratan bûn, dengên belê bikar anîn û bi wî awayî Trump bêtawan derket.

Di derbarê tometa duyem de, 53 endamên Senatê ew tometa li dijî Trump red kir û 47 endamên din erê kirin, û bi vî awayî Trump ji wê tometê jî bêtawan derket.

Ev dengdan 2 hefteyan piştî dadgehîkirina Donald Trump hat. Encûmena Nûneran a Kongrêsa Amerîkayê ku piranîya kursîyên wê di destê Demokratan de ye, meha bihorî derbarê Trump de biryara lêpirsînê pesend kiribû û li gor wê biryarê dadgehîkirina wî li Encûmena Senatê ku piranîya wê di destê Komarîyan de ye, hatibû lidarxistin.

Komîteya propagandeya hilbijartinê ya Donald Trump ragihandîye, Demokrat dizanin ku di hilbijartinan de nikarin li hemberî Trump serkevtî bin, ji ber wê neçar mane ku lêpirsînê bi wî re bikin. 

Mît Romney take senatorê Komarîyan bû ku li dijî Donald Trump deng da.

Trump piştî Andrew Johnson û Bill Clinton bû sêyemîn Serokê Amerîkayê ku lêpirsîn pê re hat kirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin