Trump him Îran tehdîd kir him jî peyama aşitîyê dayê!

Trump him Îran tehdîd kir him jî peyama aşitîyê dayê!

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, di êrişa mûşekî ya Îranê de ti kesekî Amerîkî û Iraqî nehatîye kuştin û banga aşitî û aramîyê jî li Îranê kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rojekî piştî êrişa mûşekî ya Îranê li ser bingehên Amerîkî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê, serokê Amerîka Donald Trump li ser wê êrişê civîneka rojnamevanîyê li dar xist.

Trump destpêkê da zanîn ku di êrişa Îranê ti kesekî Amerîkî û Iraqî nehatîye kuştin, tenê zîyanek biçûk gihîştîye hinek bingehên wan, ji ber ku sîstema wan ya radarê pêşîya mûşekên Îranê girtibû.

Serokê Amerîka dîsa behsa kuştina fermandeyê hêza Quds ya Îranê Qasim Sulêymanî kir û ragihand, ew mezintirîn terorîstê cîhanê bû û lazim bû zûtir hatiba kuştin ji ber ku ew berpirsê kuştin û birîndarbûna bi dehan Amerîkî bû.

Donald Trump behsa rêkeftina etomî ya bi Îranê re jî kir û bang li welatên ku heta niha di rêkeftinê de jî mane, kir ji rêkeftinê derkevin û rêkeftinek nû bi Îranê re bikin da ku Îran nekare bigihê çekên etomî. Heta ez serokê Amerîka bim Îran nikare bigihê çekên etomî… Îran mezintirîn sponserê terorê ye. Divê cîhan li hember Îranê yekdeng be… Emê cezayên nû û tundtir bi ser Îranê de bisepînin heta ku Îran sîyaseta xwe biguherîne.

Trump daxwaz ji NATO jî kir ku roleka aktîf li Rojhilata Navîn bilîze û nifûza xwe li wir zêdetir bike.

Trump behsa nefta Rojhilata Navîn jî kir û got, Amerîka di cîhanê de ji her welatekî din zêdetir neftê derdixîne, ji ber wê jî êdî îhtîyaca me bi petrola Rojhilata Navîn nîne.

Serokê Amerîka behsa şerê DAIŞê jî kir û ragihand, Amerîka rêxistina DAIŞê, dijminê Îranê jî bû, şikand û serkirdeyê wê jî kuşt. Me û Îranê dikarîbû em bi hev re di vî warî de kar bikin.

Donald Trump di dûmahîka daxuyanîya xwe de bang li berpirsên Îranê kir ku aşitîxwaz bin û got, eger ew aşitîyê bixwazin em amade ne destê aşitîyê dirêjî wan bikin.

 

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin