Trump hewl dide li dijî Îranê NATOyeke ereb ava bike

Trump hewl dide li dijî Îranê NATOyeke ereb ava bike

Serokê Amerîka Donald Trump hewl dide NATOyeke Erebî li Rojhilata Navîn li dijî Îranê dirust bike.

A+A-

Ajansa “Reuters” li ser zarê çend jêderên ji Koşka Spî ya Amerîkî belav kir, berpirsên Amerîka û çend welatên Erebî di hewla avakirina bereyeke hevbeş ya ewlehî – siyasî didin, bo rêgiriyê li hejmûna Îranê li navçê bike.

Çar jêderan ji wê ajansê re gotiye, Koşka Spî dixwaze hevkariyê bi welatên Kendava Erebî, Misr û Urdinê re derbarê berevaniya mûşekî û rahênankirina leşkerî û rûbirûbûna terorê xurt bike.

Diyar kir jî, berpirsên Koşka Spî wek heman hevpeymaniya “NATO” yê çapeke Erebî bi hevpeymanên wê yên Sune re dirust bike.

Aşkere kir jî, Serokê Trump dixwaze wê hevpeymaniyê ya navê bi awayekî demkî kiriye “Hevpeymaniya Rojhilata Navîn a Stratejîk” di lûtkeya ku biryar e 12 û 13 Cotmeha bê li Washingtonê birêve biçe de gotûbêj bike.

Wan jêderan amaje bi yekê kirin, berpirsên Siûdiyê sala bûrî û berî serdana Trump ji Siûdiyê re bîrokeya avakirina hevpeymaniyeke ewlehiyê pêşkêşî Amerîka kiribûn, lê ew bîroke di cihê xwe de mabû.

Washington, Riyaz û Ebû Dehbî Îranê tometbar dikin, ku aramiya têk didin û aloziyan li hin welatên Erebî dirust kirin, ji bilî gefa Îranê ya zêde li ser Îsraîlê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin