Trump: Erk bi serkeftî hate cîbicîkirin

Trump: Erk bi serkeftî hate cîbicîkirin

Serokê Amerîka Donald Trump şanaziyê bi êrîşa esmanî ya li ser Sûriyê dike û dibêje: “Erk bi serkeftî hat cibicîkirin”

A+A-

Serokê Amerîka Donald Trump di twêttekê de serkeftina operasyona leşkerî ya hevbeş a hêzên Amerîkî, Brîtanî û Fransayê li ser hejmarek ji binekeyên Sûriyê ragihand û aşkere kir, êrîşê baştirîn encam dan.

Herwiha Trump pesnê hevkariya Brîtanya û Fransayê da û diyar kir ku “Erk bi serkeftin hat cibicîkirin”

Wek bersivekê li ser êrîşa kîmawî ya li ser bajarokê Dûmayê, destê sibeha îro, her yek ji Amerîka, Birîtanya û Frensa, çend bingeh û baregehên serbazî li Şama paytext û derdora wê bordûman kirin.

Berpirsên Amerîkî eşkere kirin, di wê bordûmanê de, sed heya sed û bîst mûşekan hatine bikaranîn, herwiha firokeyên Mîrac yên Frensî û Tornando yên Birîtanî û B1 yên Amerîkî, li gel keştiya cengî ya Amerîkî ji Derya Sor ve, beşdarî di wê êrîşê de kirin.

Ji aliyê xwe ve jî, artêşa Sûriyê ragihand, Sûriye bi nêzîkî 110 mûşekan hat armanckirin, lê sîstemên wê yên berevaniyê karîne piraniya wan mûşekan jinav bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin