Trump dibêje Biden serketîye, lê ew encaman nas nake

Trump dibêje Biden serketîye, lê ew encaman nas nake

.

A+A-

Piştî du hefteyan ji encamdana hilbjartinên serokatiya Amerîka bo cara yekê Serokê Amerîkayê Donald Trump pejirand ku Joe Biden berbijarê Demokrat di hilbijartinên serokatiyê de li hember wî bi "serkeftîye".

Lê Trump berdewamiy dide îdîayên bê bingehek yasayî ku ji sedema sextekariyên di dengdanê da Biden biser ketîye.

Serokê Komarî Donald Trump heta niha bi şêweke fermî red dike ku destberdarî serkeftina berbijarê Demokratan cîgirê berê yê serokê Amerkîa bibe, herçende ku piraniya ajanasên mediya Amerîkî berî hefteyekê serkeftina Biden ku zêdetirî ji koma 538 dengên giştî bo serkeftina serokatiyê wî 270 dengên pêwîst ji desteya hilbijêran bidest xistine ku roja 20ê meha Yek dê serok bi fermî sond bixwe û dest bikar bike.

Di zincîreke twîtên xwe de di yek ji wan twîtan da serok Trump dibêje"Ew biserkeft jiber ku hilbijartin sextene."

Trump îdîayên bê binema li dij encamên hilbijartinan ragihandin û got "nehiştin çavdêr û çavdêrên dengdanê, çavdêriya dengan bikin, ji aliyê Dominion ve ku kompaniyeke çepgir ya radîkal ku girêdayî sektora taybete û navûbangiyek xerab heye û alavên kêrnehatî yên ne ji hejî Texsasê ne(ku ez ji aliyê gelekan ve serkeftî bûm!) hîle, mediya bêdeng, û hêjî wêde tir hebûn!."

Berpirsên twîtterê jî, li hember îdîayên Trump nîşanek danye û dinivîse "Ev îdîayên derbarê hîleyên di hilbijartinan de nakokbar in."

Piştî çendekê Trump raman xwe ya derbarê encamên hilbijartinan zelaltir kir û got "Ew(Biden) tenê di çavên mediya xeyalî da biserketîye. Ez tiştek qebûl nakim! Rêyek dûr li ber meye ku em bigehînê. Ev hilbijartinek sexte bû."

Dema ku hêjî gelek gilînameyên yasayî derbarê hilbijartinan hene ku ji aliyê dadgehan ve bihên bersivdan li eyaletên biryarder li Amerîka Trump gelek dosya yên derbarê îdîayên wî yên li ser fêlbaziyên di hilbijartinan û hejmartina dengan de hinda kirine.

Derbarê wan nakokiyên heyî yên li ser hejmarek kêm yên pisoleyên dengdanê heta ku bidest Trump ve herin jî nabe sedema serkeftina wî û nikare serkeftinên Biden biguherîne yên ku li yek bi yek eyaletan bidest xistine.

Eger ku Trump bi şêweke fermî destberdar nebe, û rê nede berpirsên rêveberiya xwe û saziyên hikûmetê ku hevkariyê li gel tîma serokê hilbijartî bikin bo qunaxa veguhastina desthilatê yan jî bi kurtasî rojeva serokatiyê ne gehînin wî û ku rojeva dewletê ye, saziyên Îstîxbaratê di nirxandinên xwe yên herî dawî da vê weke gefa herî mezin ya çaverêkirî li ser ewlekariya navnetewî dibînin.

Biden bi şêwirmendên xwe re civîye û jibo avakirina hikûmetek nû û destnîşan kirina berbijarên wezaretan bo kabîneya hikûmetê, herwiha roja Yekşemê jî bo heman armancê dê car din bicivin.

Hefteya borî Biden, alîkarê xwe yê demek dirêj li gel wî kar kirbû Ron Klain weke serokê dîwana Qesra Spî destnîşan kirbû, ku weke zêrevanê sereke yê şêwirîn û civînên rûbirû yên Serokê Amerîka tê dîtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin