Trump Çînê Ser Belavbûna Vîrusa Korona Rexne Dike

Trump Çînê Ser Belavbûna Vîrusa Korona Rexne Dike

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY) jiber ku ‘’Çîn di kontrolkirina vîrusa korona de bi ser neketiye’’ ji wê hesêb bipirse.

A+A-


Trump di Civata Giştî ya NY’ê de, ku îsal jiber vîrusa korona bi awayekî onlayn li dar keve, ser vîrusa korona bi awayekî berfireh axifî û bi taybetî Çîn rexne kir.

‘’75 salan piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyê û avabûna NY’ê, em careke din têkoşîneke mezin ya cîhanî dikin. Em li hember wê dijminê xuya nake, Vîrusa Çînê ya ku li 188 dewletan bêhed însan kuştine şerekî giran dimeşînin.’’ Trump got.

Wî dîyar kir ku wan li Amerîka piştî Şerê Cîhanê yê Duyê seferberîya herî mezin daye destpê kirin û da zanîn ku ewê perpûna vîrusa korona bibînin, wê vîrusê têk bibin, şewbê bi dawî bikin û di aştî û aramîyê de bijîn.

Serok Trump, Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) jî careke din rexne kir û dîyar kir ku wê û Çînê ser belavbûna vîrusa korona agahîyên şaş belav kirine.

Trump da zanîn ku karbidestên WHO û Çînê gotine ku kesên semptomên vîrusa korona raber nakin, vîrusê belav nakin.

Wî dîyar kir ku hikûmeta Çînê di demên pêşî yên şewba vîrusa korona de serdanên navxweyî yên li welêt qedexe kirine, lê jiber ku rê li ber serdanên li welatên derve negirtiye, kiriye ku vîrusa korona li cîhanê belav be.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin