Trump Cîgirê Xwe Mike Pence bo Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona Erkdar Dike

Trump Cîgirê Xwe Mike Pence bo Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona Erkdar Dike

Serok Donald Trump dîyar kir ku Amerîka dijî vîrusa korona bi her awayî amade ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Trump, cîgirê xwe Mike Pence bo rêvebirina karên ser têkoşîna dijî vîrusa korona erkdar kir.

Di preskonferansa li Qesira Sipî de, Trump bi Pence û Wezîrê Saxlemîyê Alex Azar re da zanîn ku bala wan li ser saxlemî û ewlekarîya Amerîkîyan e û dîyar wan ji pêş ve tedbîrên pêwist wergirtine.

Wî da zanîn ku rîska dijî Amerîkîyan di asteke nizm de û got ku ew bo dîtina dermanê vîrusa korona jî dixebitin.

Li gor axaftina Trump, xêncî Amerîkîyên ji gemîya Diamond Princess hatine û yên ji Wuhan vegerîne, bi tenê di 15 kesan de vîrusa korona hatîye dîtin û ji wan bi tenê rewşa yekî giran e.

Tevî yên din li Amerîka li ser 60 kesan vîrusa korona hatîye tespîtkirin.

Trump got ku Pence dê têkoşîna dijî vîrusa korona birêve bibe û bi bîr xist ku ew dema walîyê Indana bûye, li wê eyaletê sîstemeke saxlemîyê ya ‘’pir baş’’ çêkirîye.

Rêvebirîya Trump bo têkoşîna dijî vîrusa korona ji Kongresê 2,5 mîlyar dolar xwestibû lê her du partîyan jiber kêmbûna wê budçeyê rêvebirî rexne kiribûn.

Serokê Piranîya Demokrat ya Civata Senatoran Chuck Schumer 8,5 mîlyar dolar pêşnîyaz kiribû.

Trump di axaftina xwe de da zanîn ku çi pêwîst be ewê xerc bikin û got ku ‘’Ger zêdetir pere bidin emê bistînin’’

Wî bal kişand ku vîrusa korona dê dawîya dawî biqede û xwest ku zêdetir panîk çênebe.

Serokê Amerîka berevanîya biryara ser sînordarkirina serdanên ji Çînê ber bi Amerîka ve kir û da zanîn ku ger dem hat ewê dijî Îtalya, Koreya Başûr û welatên din yên bi vîrusa korona sînordarkirinan ragihînin.

Li ser pirsa hin pirsa rojnamevanan, ku dan zanîn ku Demokrat dibêjin ku têkoşîna dijî vîrusa korona kêm e, Trump got ku ‘’niha ne dema bidestxistina puanên sîyasî ye’’ û bang li wan kir ku ew divê dijî vîrusê bi wan re tev bixebitin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
Nûçeyên eleqeder