Trump çerx kir: “Em partiya qanûn in”

Trump çerx kir: “Em partiya qanûn in”

.

A+A-

Li Washingtonê piştî terefdarên Trump camên avahiya kongreyê şikandin û bi polîsan re lihev xistin û ketin nav avahiya kongreyê, Trump ferman kir ku parêzvanên netewî mudaxele bi bûyera ser kongreyê bikin.

Trump ji xwepêşandêran xwest ku aram bin. Cîgirê wî Pence jî xwest ku dawî li xwepêşandanan bînin û xwe ji şiddetê dûr bixin. Trump di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyamekî belav kir û weha got:

"Ez bang li herkesê di avahiya kongreyê de ne dikim ku aram bin. Şiddetê nekin. Bibîra xwe bînin, em partiya qanûn û nîzamê ne. Rêz li qanûnan û jin û zilamên ku bi unîforma ne bigrin.”

Di dîmenan de heye ku kesekî xwestiye bi deman çe bikeve nava avahiyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin