“Trump bo F-35 û S-400 Piştgirîyê Dide Me”

“Trump bo F-35 û S-400 Piştgirîyê Dide Me”

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îdia kir ku Serokê Amerîka Donald Trump ser F-35 û S-400 piştgirîyê dide wan.

A+A-

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îdia kir ku Serokê Amerîka Donald Trump ser F-35 û S-400 piştgirîyê dide wan.

Erdogan da zanîn ku wî ji Trump derbarê toleyan tiştek nebihîstiye.

‘’Ser S-400’an taybetî hin kes, alîyên cuda divê li vir û li wir neaxifin. Çinku birêz Trump cîhê xwe dîyar kiriye’’ Erdogan got.

Wî li G-20 dîyar kiribû ku Rûsya dê heta 10 rojan rêza pêşî ya sîstema berevanî ya S-400 radest bike.

Erdogan û Trump, roja Şemîyê li Hilcivîna G20 ya Japonya hevdîtinek li dar xistibûn.

Hêjayî balkişandinê ye, piştî vê hevdîtinê nirxê dolara Amerîkî li hember lîraya Tirk daketiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin