Trump biryara taloqê da!

Trump biryara taloqê da!

Hat diyarkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar daye ku mueyîdeyên nû yên li hemberî Rûsyayê taloq bike.

A+A-

Çavkaniyekî ji rêveberiya Amerîkayê ji bo rojnameya Washington Postê diyar kir ku biryara mueyîdeyan niha hatiye rawestandin.

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders jî di civîna xwe ya çapemeniyê de daxuyandibû ku ji bo mueyîdeyan hêj biryar nehatiye dayîn.

Cara pêşiyê Nûnera Daîmiya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley daxuyandibû ku bi hinceta ‘piştgiriya ji bo Sûriyeyê' dê li hemberî Rûsyayê mueyîdeyên nû werin sepandin. Haley di axaftina xwe de gotibû, Washington dê mueyîdeyên nû li hemberî Rûsyayê pêk bîne û çarçoveya mueyîdeyan dê roja duşemê (îro) were eşkerekirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin