Trump biryara sizayên nû bo Kubayê da

Trump biryara sizayên nû bo Kubayê da

Sêrokê Amerîkayê Donald Trump, li dijî Kubayê sizayên nû li ragihand. Li gor biryara nû, Amerîkî êdî wê nikaribin li cîhên di bin destê Hikûmeta Kubaye de bimînin û herwiha pêşî li derfirotina puro û lîkorên Kubayî jî hat girtin.

A+A-

Donald Trump do li Qesra Spî diyar kir: “Îro, di çerçoveya şerê me yê berdewamî li dijî tepeserkirina komunîzmê, ez radigihînîm ku Wezerata Xêzîneyê, mayina rêwiyên Amerîkiyan li cîhên di bin deste Hikûmeta Kubaye de qedexe dike”

Trump bo yên di leşkeriya Amerîkî de xizmet kirine  jî da zanîn: “Herwiha em li ser derfirotina alkol û titûnên Kubayê jî sinor datînin”

Herwiha di çalakiyê de salvegera 40'an ya anîna 120,000 hemwelatîyen Kubayê hat bibîrxistin, ku di sala 1980'an da bi belema Mariel hatibûn bajarê Miami.

Trump, ji despêka karê xwe ya 2017'an vir ve, toleyên dijî Kubaye bi hêztir kiriye, ku ji aliyê Serokê berê yê Demokrat Barack Obama hatibûn sistkirin.

Rêvêbiriya Trump di Hêzîrana 2019'an de, sizayên xurt li dijî rêwîtiya bo Kubayê danîbû. Hîkûmeta Trump dabû zanîn, bi sizayan ew dixwazin tepeserkirina Hikûmeta Komînîst bikin,  ji ber ku ew piştgirî dide Serokê Venezuala Nicolas Maduro.

Wezerata Xêzîneyê di wê demê de gotûbû, Amerîka wê êdî nehêle rêwîtiya komî ya perwerdeyî pêk werin, ku ew sîstemeke hezkirî bû û li derveyî çarçoveya sizayan hatibû hiştin.

Wezeratê herwiha diyar kiribû, rêwî, vesayetên rêwîtîyê, balafirên şexsî û yên şîrketan nema dikarin herin Kubayê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin