Trump bi axaftinekê xatir ji Amerîkiyan xwest   

Trump bi axaftinekê xatir ji Amerîkiyan xwest  

.

A+A-

Beriya seroktiya wî bi dawî bibe, Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi axaftinekê ji Amerîkiyan xatir xwest.

Trump diyar kir, vê hefteyê rêvebiriyeke nû dest bi kar dike û got, ew bo parastina aramî û ewlekariyê dia dikin.

Wî di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dijî Kongresê û da zanîn, ji ber êrîşê hemî Amerîkî şok bûne.

Trump destnîşan kir: ‘‘Tundûtûjiya sîyasî, êrîşek e li dijî her tiştê em Amerîkî qîmetê didinê çêbûye. Ew bi tu awayî xweş nayê dîtin.’’ Herwiha bang li Amerîkiyan kir, ku ew li dora nirxên hevbeş bicivin.

Trump ragihand û got, wî di seroktiya xwe de her tim li gor berjewendiyên Amerîka biryar dane û da zanîn, ji ber ku Amerîkiyan ew hilbijartiye, wî biryarên dijwar dane û pir li ber xwe daye.

Wî got, wan Amerîka ji peymanên cîhanî yên yekalî vekişandiye û bal kişand ku ji ber ku wan berê mesrefê temamê cîhanê didaye, endamên NATO li gor salên borî bi sed milyaran dolar zêde didin.

Trump bi bîr xist ku wan Dewleta Îslamî (DAIŞ) têk biriye, Qasim Silêmanî kuştiye û diyar kir, bi dîplomasiya wan ya wêrek li Rojhilata Navîn, jimareke peymanên aştiyê hatine îmzakirin.

Serokê Amerîka eşkere kir û got, di dewra wî de leşkerên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn vegerîne mal û got ku ji ber ku wî şerekî nû nedaye destpêkirin, ew bi xwe serbilind e.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin