Trump: Belge heye ku korona ji taqîheke Çînê belav bûye

Trump: Belge heye ku korona ji taqîheke Çînê belav bûye

Serokê Amerîka careke din Çîn tometbar kir, ku bi mebest vîrusa Korona belav kirîye û ragihand, ku belge heye ku ev vîrus ji taqîgeheke Çînê ve li cîhanê belav bûye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Amerîkayê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wî belge dîtine û belge jî hene ku çavkanîya vîrusa Koronayê ji taqîgeheke Çînî li Wuhanê derketîye.

Her têkildarî vê yekê, di bersiva gelo te çi belgeyek dîtîye ku çavkanîya vîrusa koronayê ji taqîgeheke li Wuhanê be, Trump got: “Belê min dîtîye.”

Trump dibêje, tiştekî xirab û karesat çêbûye û aşkere dike, wan şaşîyek kirîye yan jî bi şaşî destpê kirin, piştre şaşîyeke din kirin û tiştek bi mebest hatîye kirin.

Trump rexneyên tund li Çînê girtin û got, wan geştên navxwe sînorda kirin, da ku rê li ber belavbûna vîrusê bigirin lê geştên derve qedexe nekirin û rê li ber belavbûna vîrusê bo welatên din negirtin.

Serokê Amerîkayê dîyar jî kir, ku serederîya Çînê ya li gel vîrusa COVID-19  serkevtî nebû.

Ew daxuyanîya Trump çend saetan piştî wê  yekê hat, ku ofîsa Rêveberê Istixbarata Niştimanî ya Amerîkayê  ragihand, ew di wê bawerîyê de nînin ku vîrusa koronayê ji alîyê mirovan ve hatibe çêkirin.

Donald Trump herwiha rexne li Rêxistina Tendirustîya Cîhanî (WHO) jî girt û ew sazî tohmetbar kir, ku xizmeta berjewendîyên Çînê dike û got: “Rêxistina Tendirustîya Cîhanî divê şermê bikin, çimku ew ji Çînê re weke ajanseke peywendîyên giştî ne.”

Trump careke din amaje bi alîkarîyên  Amerîkayê yên bo WHO kir û da xuyakirin, wan her sal nêzîkî 500 milyon dolar daye WHOyê di demekê de ku Çînê tenê 38 milyon dolar daye wê sazîyê. Serokê Amerîkayê da zanîn, “wê rêxistinê di rizgarkirina jîyana xelkê de şikest xwarîye.”

Trump, WHO bi veşartina vîrusa koronayê û birêvebirineke xirab tohmetbar kir û ragihand, “nabe ew hincetan bînin, dema xelk şaşîyên wiha metirsîdar dikin ku dibe sedema mirina bi sedan hezar kesan li cîhanê.”

Li gor agahîyan, heta niha vîrusa COVID-19 ku çavkanîya vê ji bajarê Wuhanê yê Çînê ye, bi kêmanî li 187 welatên cîhanê belav bûye û bûye sedema mirina bi dehan hezar kesî.

Li gor amarên herî dawî, li cîhanê ji destpêka derketina vîrusa koronayê ve heta niha zêdetir ji 234 hezar kesan canê xwe ji dest dane, ku 64 hezar kes ji wan li Amerîkayê û zêdetirî 130 hezar kes jî li Ewropayê mirine.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin