Totalîtarîzm di çîrokeke Heinrich Böll de

Totalîtarîzm di çîrokeke Heinrich Böll de

Zordariyê di dîroka xwe de mirovekî nexweş û tijî paradoks afirandiye ku dikare di heman demê de wek akterekî ser şanoyê bi çend rolên cuda cuda rabe.

A+A-

Befraw Nûrî

Derketina dîktatoriyê di sedsala bîstan de bû sedem ku edebiyat wek hêzeke bergiriyê derkeve pêş. Encama vê bergiriyê jî jidayikbûna çend berhemên bilind û nirxdar bû ku her yek bi awayekî li dijî hizra totalîtarîzmê sekinî. Edebiyat ji berê û heta vêga ew mirêka sêhrbaz e ku pir caran em dikarin bi rêya wê gelek bûyeran bibînin. Herwiha em dikarin bi rêya wê tiştê ku hîn neqewimiye jî bibînin, çimkî wêjevan wek pêxemberan pêşbîniya gelek bûyeran dikin ku dê di siberojê de biqewimin.

Wek mînak George Orwell di romana (1984) de, Dostoyevsky û Kafka jî di roman û çîrokên xwe de behsa hin bûyeran kirine ku piştre qewimîn û ew atmosfêra dîktatorîk beriya ku bibe rastiyek ji me re rave kirin. Edebiyat dikare hem di serdema xwe de û hem jî piştî serdema xwe, bandoreke mezin li ser rewşa siyasî û civakî dirust bike. Berhema edebî ya hêja di her heyamekê de zindî û bedew e. 

Li vir ezê behsa çîrokeke kurt a romannivîsê Alman Heinrich Böll bi navê “Rûçikê Min ê Xemgîn” bikim. Heinrich Böll ji nêzîk ve desthilata dewleta totalîter a Nazîstan dît û di nav derd û kederên wê de jiya. Lewma hemû berhemên wî yan behsa şer û malwêraniyên şer dikin, yan behsa wê atmosfêrê dikin ku dewletên zordar ji hevwelatiyên xwe re diafirînin. Di hemû berhemên wî de, mirov xema pêşî û dawî ya Böll e.

“Rûçikê Min ê Xemgîn” çîroka mirovekî ye ku bi rûyekî xemgîn li perava deryayekê li mewdayeke ji gemiyan vala dinere û ji xeynî paşmak û gemarê tiştekî din nabîne. Ew mirov balindeyan dike nîşana nerîna xwe û bi sêrkirina balindeyan re noqî nav xeyal û ramanên xwe dibe. Ji nişkê ve memûrek ku ji bo kontrolkirina wê navçeyê hatiye wir, tê û destê xwe bi tundî datîne ser milê wî û dixwaze wî bi zorê bi xwe re bibe. Ew mirov jê re dibêje, ma qey tu dîn î, tu çima wer dikî? Memûr dibêje, hevrêyê min! Divê tu bi min re werî. Ew jî bi hêrs bersiva wî dide û jê re dibêje wek hevrê gazî min neke, lê wek axayê rêzdar gazî min bike. Memûr dibêje em hemû hevrê û hevxebatê hevûdin in.

Mirovê girtî ku bi dirêjiya çîrokê vebêjer e û navê wî nayê gotin, ji memûr dipirse sedemê girtina min çi ye û çima divê ez bi te re bêm? Memûr bersiva wî dide ku sedemê girtina te rûyê te yê xemgîn e! Vebêjer bi vê gotinê dikene û di ber xwe de dibêje: Ez texmîn dikim wî îro tu laşfiroş û diz û firoşkarên narkotîkan nedîtine, lewma hatiye bela xwe li min dide. Lê bersiva memûr a cidî û bi hêrs nîşan dide ku ew bi rastî hatiye girtin û divê pê re here. Vebêjer difikire ku xwe biavêje nav avê û careke din bi destê memûrekî neyê girtin.

Lê memûr wî bi xwe re dibe û jê re dibêje ku yasayek derketiye ku xelkê neçar dike bextewer diyar bin û divê rûyê wan xweş be. Dibêje yasa beriya 24 saetan derketiye û piştî 24 saetan ji derketina yasayê divê bê cîbicîkirin.
 

Êdî çîrok bi vî rengî dewam dike heta herdu digihin zindanê. Di rêya zindanê de vebêjer rê û dîtina dîmenên cuda ji me re vedibêje û bi rêya her yekî ji wan nivîskar wê yekê ji me re eyan dike ku rewşa civakê çawa ye û xelk di çi rewşeke xirab a siyasî û aborî de dijîn. Gava digihin zindanê û lêkolînê pê re dikin, em têdigihin ku vebêjer nû ji zindanê hatiye azadkirin û berê bi tawana ku rûyê wî xweş bûye, bi 5 sal zindan hatiye cezakirin, çimkî wê roja ku rûyê wî xweş bûye, roja mirina serok û şîna giştî bûye û niha jî careke din ji ber rûyê xwe yê xemgîn bi 10 sal zindan tê cezakirin. Piştî lêkolînê, vebêjer rastî lêdan û îşkenceyeke zêde tê û dev û diranên wî tên şikandin.

Çîrok pir bi hûrbînî atmosfêra bixof a ku sîstemên zordest diafirînin nîşanî me dide. Lê tiştê ku li gor min girîng e ew e ku, di piraniya metin û roman û çîrokên ku li ser totalîtarîzm û zordariyê hatine nivîsandin, hin tiştên hevbeş hene û pir tên dîtin, nexasim perwerdekirina  mirovên civakê li ser dubendî û durûtî û derew û fenûfûtan.

Karakterê vê çîroka Böll, dema ku memûr tê û wî dibe zindanê û wî îşkence dike û jiyanê lê diherimîne, divê wek hevrê û hevxebat jî lê binere. Mirovên civakê divê piştî wê hemû mandîbûna kar, pak û paqij û kêfxweş derkevin wek ku dewlet dozê li wan dike. Bi rastî dewletên totalîter, mirovan navin, tenê robotan divin ku divê bi hemû şêweyan bi partî û desthilata wan re bin, kesê ne wiha be jî divê nejî.
 

George Orwell di romana (1984) de, pir bi hûrbînî behsa vê durûtiyê dike. Di romanê de navê wezaretan wê paradoksê bêhtir ji me re diyar dike. Wezareta Eşqê cihê îşkence û azardanê ye. Wezareta Geşedanê cihê behskirina hokarên nebûnê ye. Wezareta Aştiyê cihê behskirina şer û pêdiviyên şer e û dûre Wezareta Rastiyê cihê sextekirina belgenameyên dîrokî ye ji bo reklama siyasî. Yan diruşma sereke ya dewletê ku dibêje şer aştî ye û cehalet û nezanî desthilat e.

Zordariyê di dîroka xwe de mirovekî nexweş û tijî paradoks afirandiye ku dikare di heman demê de wek akterekî ser şanoyê bi çend rolên cuda cuda rabe.

Rûçikê xemgîn tê wateya mirovekî ku hêj ne kêfxweş e. Dewleta dîktator jî propogandaya xwe li ser bexteweriya giştî ava dike. Qehremanê vê çîrokê nikarîbû xwe bi daxwazên dewleta zordest re biguncîne. Derbirîna dev û çavê wî di du rewşên cuda de bi curekî bû ku hêrsa dewletê rakir. Di bin sîbera hikûmeta totalîter û zordar de, divê mirov zanibe kengî bikene û kengî bigirî. Ger mirov vê yekê nizanibe, dê bêguman baca vê nezaniyê bide!    

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin