Total projeyên xwe yên li Îranê da Çînê

Total projeyên xwe yên li Îranê da Çînê

Gerînendeyê Kompaniya Neteweyî ya Nefta Îranê Alî Kardor ragihand, ji ber sepandina dorpêça Amerîkayê, Kompaniya Fransî ya Neftê Totalê, projeyên xwe veguhastiye Çînê û cardin venagere Îranê.

A+A-

Alî Kardor got, ji ber sepandina dorpêça Amerîkayê, Kompaniya Fransî ya Neftê Totalê, projeyên xwe veguhastiye Çînê û ji Îranê derketiye cardin jî venagere.

Kardorî herwiha ragihand, piştî Totalê xwe ji projeya geşepêdana Faza 11emîn a li Parsa Başûr, Kompaniya Neteweyî ya Neftê ya Çînê CNPCyê, ev proje wergirtiye.

Total û şirîkên wê Petro Parsa Îranê û CNPCya Çînî, par di meha TRimehê de digel Wezareta Neftê ya Îranê, ji bo geşepêdana qada neftê ya li Parsa Başûr, bo 20 salan, peymannameyeke bi 4 milyar 200 milyon euroyî îmze kiribûn. 

Piştî sepandina dorpêça li ser Îranê, gelek kompaniyên li Îranê, kar û projeyên xwe li wî welatî sekinandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin