Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê bang li hikûmeta Tirkiyê dike

Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê bang li hikûmeta Tirkiyê dike

.

A+A-

Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê rapora xwe ya derbarê tundûtujiya li hemberî jinê belav kir û banga têkoşîna tundiya li dijî tundiyê li hikûmeta Tirkiyê û tevahiya civakê kir û xwest ku xalên peymana Stenbolê bêne cîbicîkirin.

Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, li Şaxê Komeleya Mafê Mirovan a Amedê îro Çarşemê 25ê Mijadara 2020an, rapora xwe ya bi boneya Roja Cîhanî ya Nehiştina Tundiya li Dijî Jinan amade kirî, di civîneke rojnamevanî de ji bo raya giştî ragihand.

Di rapora xwe de Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê dibêje “tundiya cinsî ya civakî” şêweyeke binpêkirina mafê mirovan e.

Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê dibêje li gor yasaya Parastina Malbat û Rêgirtina Tundiya li Hemberî Jina  a bi hejmaara 6284, tundî ne tenê bi awayeke fizîkî dibe herwiha tundî bi gotinan, aborî û ruhî jî dibe.

 Ew tor dibêje: “Li Amedê ji 10ê Kanûna 2019 heta 21ê Cotmeha 2020an 1841 jinan ji ber tundiyê serlêdana me kirine. 657 jinan ji bo hevberdanê serlêdana Yekîneyşn Alîkariya Dadwerî kirine. Li Amedê 11 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. 15 jin bi awayeke bi guman canê xwe ji dest dane. 3 jin bi birîndarî ji kuştinê rizgar bûne. Li seranserê bajêr 5 operasyonên cuda hatine kirin û di encamê de 76 çalakvanên jin hatine desteserkirin.”

Di beşeke din a rapora xwe de Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê diyar dike ku ji ber rewşa pandemiyê û kerentînê li nav malê tundiya li dijî jinê zêde bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin