Topbarana Îranê didome

Topbarana Îranê didome

Li Rojhilatê Kurdistanê, sipaha pasdaran topbarana sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin û hêzeke mezin bi çek û top ve li wî sînorî kom kirine.

A+A-

Malpera Rêxistina Mafê Mirov (Hengaw) vê derbarê de ragehand, îro 19.07.2018ê serê sibê topbarana sipaha pasdaran a li navçeyên sînorê Ormiyê û Şinoyê topbaran kirine û heman demê de bi dehan otomobîlên leşkerî ve çek û top rêkirine navçeyên Tergever û zozanên derdor û sînorê Şinoyê.

Li gor heman çavkaniyê topxaneya sipaha pasdaran şeva borî zozanên Ormiyê û Şinoyê yên li sînorê Başûrê Kurdistanê topbaran kirine û xesar û ziyaneke mezin gehandiye xweza û jîngeya wan navçeyan.

Li gor daxuyaniya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ya ser bi HDK-A sê roj berî naha ji ber topbarana topxaneya Îranê ya li sînorê nahyeya Sîdekanê, du Pêşmergeyên wê partiyê yê bi navên Rehîm Rostem Dastan û Îdrîs Derwêşî şehîd bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin