Topbarana artêşa Tirkiyeyê bo Efrînê didome

Topbarana artêşa Tirkiyeyê bo Efrînê didome

Artêşa Tirkiyê ji bingeha serbazî ya Sîcê ya li ser sînora Efrînê, gundê Merwaniyê yê navçeya Şiyê ya ser bi Cindirêsê ve topbaran kir. Herwiha du rokêtên katyoşa jî li malên sivîlan li gundê Girzîle yê girêdayî navçeya Şêrawa ketin.

A+A-

Li gorî zanyariyên Hawarê, 3 top li gundên Şadîra û Îskayê ketine û hatiye ragihandin ku artêşa Tirkiyê ji keleha Sem`anê derdora gundê Celeme yê navçeya Şêrawa topbaran kiriye.

Heman ajansê li ser zimanê jêderên xwecihî diyar kir, ku artêşa Tirkiyê ji Ezazê ve, gundên Beyloniya, Malikiyê û Eyn Deqna yên navçeya Şera topbaran kiriye.

Derbarê ziyanan heya niha ti amar û zanyarî belav nebûne.

Ev yek di demekê de ye, ku ev çend roj in Tirkiye hêzên xwe li ser sînor kom dike, bi mebesta encamdana operasyonekê li ser Efrînê, berî niha jî peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê û cîgirê serokê encûmena wezîran ya Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand: "Pilana êrîşa li ser Efrînê bi awayekî hatiye danîn, ku pêwîst e zanyariyên wê nihênî bin û ti zanyarî li ser destpêkirin û berdewamî û bidawîhatina wê operasyonê eşkere nebin".

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin