Tivinga Xemnameyê

Tivinga Xemnameyê

.

A+A-

Hamid Omerî

Xemname, vegotineke biyografîk û otobiyografik e. Bi xêra nameyên Aydogan çavkaniya herêmekê ji bo xwendekarên vê vegotinê ji nû ve der dibe. Di her nameyê de keser û hisreteke melankolîk li dar e.

Mistefa Aydogan, di Xemnameyê (Aydogan, 2020) de ji sirgûnê; ji dûriyê bi rêya zimanê xwe digihê warê vegotina xwe. Li ser mirina bavê xwe; piştî “Xebera Nebixêr” jê re tê, dest bi qewlê xwe û vegotinê dike û nameyan ji bavê xwe re dinivîse. Di nameyên xwe de deng li bavê xwe bike jî, ji naveroka vegotina wî diyar dibe ku bav jê re dibe pir û bihureke hunerî. Ev pir û bihur dibe têgeheke edebî û bi xêra vê, dengê nivîskar digihîje xwendekarê vegotinê. Name jê re dibe gihanekeke pirralî û Aydogan bi xêra vê gihanekê mijarên xwe bi hev girêdide.

(Ezê ya dilê xwe hema wiha rasterast bibêjim. Min dil tune hema çawa bav û kur di metnekê de xuya bibe ez jî bi wê dûvika navdar ya kompleksê bigrim û li serê metnê bilefînim. Jixwe hin teorî hindê li hêviya vê daxwazê dimînin ji min re wisa tê ku bêhn dikeve wan. Çimkî carinan teorî li ber metnan kizûrî dibin.)

Xemname, Mistefa Aydogan, 158 jmr, Weşanxaneya Lîs

 

Li xwe mikurhatina vebêjer ya di destpêka kitêbê de ku dibêje, “Pênaseya bêrîkirinê tune ye, bavo” (14) nikare rê li ber destnîşankirina wî bigire. Bi xeyal û bîranînên xwe, bi her hilma xwe re cîh û deverekê ji vegotina xwe re dike hest û pê şecere û nexşerêyeke resen ava dike. Dîtin û fikriyata xwe li pelên dengê xwe siwar dike. Xatirxwestin, derfeta şahidiya bavî û xeberdana wî nade loma bîranîn û hestên vebêjer ji dêvla vê şahidiyê ve li dar in. Şahid û Bîr a Agamben rê bide me û em bi deynê havînê jê mijara şahidbûnê bistînin belbî em karibin nekevin dafikê. Çi digot Agamben gava behsê dibir ser şahidiya Levî; kêm zêde wiha bû: yê diaxive yê xelasbûyî ye loma bi wekîltî diaxive. Yên barkirinin nikarin biaxivin û nikarin behsa wê kêliya dawî bikin.

GUNDÊN BEHSA WAN DIBE, KRASEK NÛ JI WAN RE DIRÛTINE

Vebêj, gava behsa bavê xwe dike bi salan e wî nedîtiye. Behsa gund û deverên lê mezin bûye dike lê ji zûde ye çavê wî bi wan deverinan jî neketiye. Gundên behsa wan dibe kirasek din ji wan re dirûtinê. Bi planeke bişavtinî navên wan ji wan hatiye şûştinê. Eger ne bi xêra bîranînê be gelo cî û war ji bo îro û siberojê çawa wê bi zar û ziman bibe! Çimkî nav û kronolojî weka xêzikeke sar be jî li ser kaxezan ne li dar be ji bo dem û dewranên berê ji bilî asêbûnekê dê qala çi bê kirinê?

Bîreke kûr bi vî rengî ji aliyê serdest û mêtîngeran ve tê korkirinê. Navên nû bi mebesta danjibîrkirina bîra kolektif e û avakirina pergaleke nû ye. Bi zanebûn berê çavkaniya welatekî bi ser bîra miletekî din de tê qelaptinê. Tirpankêşên çandî ji mêj ve dest bi karên xwe kirine. Destî û çakûç û hesteyên danîne ber xwe. Berê xwe dabine kû pêşî navê guher, best û çem û gundan guhertine. Bi vê guhertin û şibandina sistematik erdên bi bereket ji xwe re rakirine û ji nû ve çandine. Asêbûna min piçîçkî li jor qala wê kir jî li vir diqewime: bi vê qelînok û tevkujiya çandî lalbûn û lalotebûn tenê nabe para şexsan herwiha dibe par û peywira dîrok, qewm û ziman jî!

Loma pirsa xwe di kozika xwe de bi cîh dike û berê tivinga xwe dide nivîsa ez vêga li ser hûr dibim ev e: Di Xemnameyê de rastî û sêwirîn çiqas cîh didin hev? Pirsa vebêjer bixwe jî weka destnîşankirina vê pirsê xuya dibe. Çima ji bo gelek xelkên din deriyê dîrokê vedibe heyam li dû heyaman hişyar dibin rehên wan tê de xuya dibin û şopên wan dîyar dibin lê ji bo me jî hejmartina heft bavan û navên çend deveran bi tenê nîşanên zanîna rehan bin? (27) Gazin e lê ew bi xwe jî ne bi xeydok e. Ji bavê wî baholeke bi nivîsar û nexşerê dagirtî nemaye. Di rastiyê de vegotina wî çiqas name û hisret be, ji wê bêtir gazin e; dilşewatok e. Ya jê re bûye nisîb ji bilî bîranînan ne tiştek din e. Eger em bînin bîra xwe ji Orhan Pamûkê navdar re baholek mabû û behsa bahola bavê xwe dikir di axaftina xwe ya di şeva xelatdayîna nobelê de. Pamuk, bi xêra bahola bavê xwe dikaribû qala bavê xwe bike. Gava behsa bavê xwe dikir tiştek aydê bavê wî hebû di destê wî de. Nivîsên bavê wî, destxetên wî, defterên wî. Tişteke ji wî bû ya bi xêra wê balê dibir ser mijara behsa wê dikir.

BEHS DIÇE SER HEJMARTINA NAVÊN BAVAN

Vebêjerê Xemnameyê, dilê xwe bi vê dişewitîne û gazina xwe jî li vê rastiyê dike. Loma behs diçe ser hejmartina navên bavan. Jê re baholeke heta dev dagirtî nemaye lê maleke bi bibîranînan tijî maye. Bavê wî kilîda maleke bi bibîranînan dagirtî hiştiye jê re. Lê ji wan bîranînên nenivîsandî wê çiqas ji wan bên bîra vebêjer gelo? Ya dê pêk bê hêz û qeweta nivîskar ya bibîranînê û xeyalperestîya wî ye.

Vebêjer bi hestên xwe qufla deriyê wê malê vedike û bîranînên xwe dikole: “Dîrokê di herika kanîyan de, serê xwe hilda û ez vexwandim ser sifreya xwe. Av û kanî, şikeft û çîya bi erbankî bi min re peyivîn. ( 22) Şûnwarên lê mezin bûye pê re diaxivin! Bi vê zanînê re ji sêwirînê zêdetir zimanê metnê yê xwe vedugeherîne tîrtir dibe. Zimanê metnê bi vî rengî xwe li şi’rê qerrase neke jî berê metnê ji derve bêtir li hundir e. Loma Xemname ji kilamekê bêtir lûbandine. Zimanê vegotinê çawa xwe vediguherîne kilamekê di Dinêsera Şewitî de li dar e. “Dilê min liyan e, hem bikul e hem bijan e. Ji vî erdî re dibêjin kîkan cîhwareke kurdan e. Wargeha keç û lawên dêûbanvan e. Ji bajaran Dinêsera xopan e.” (52)

Xemname, vegotineke biyografîk û otobiyografik e. Bi xêra nameyên Aydogan çavkaniya herêmekê ji bo xwendekarên vê vegotinê ji nû ve der dibe. Di her nameyê de keser û hisreteke melankolîk li dar e. Xwendekarê vegotinê zimanê Mistefa Aydogan ê bi sadebûna xwe xurtbûna xwe bi dest dixe dibîne û hîs dike. Bi dîtina min ev ziman ji bo kirasê novelê bîrebîr e. Hêvî dikim Mistefa Aydogan xwe bêtir li edebiyatê germ bike û em ji ziman û qelema wî novelan bixwînin.

Çavkanî:
- Aydogan, Mistefa: Xemname, Lîs, 2020
- Agamben, Giorigio, Tanık ve Arşiv: Auschwitzden Artakalanlar, Çev. Ali İhsan Başgül, Dipnot, 2010
- Pamuk, Orhan: Babamın Bavulu, İletişim, 2007

Çavkanî / Gazeteduvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin