Tirsa agera çikbûnê li ser gola Zirêbar a Merîwanê heye

Tirsa agera çikbûnê li ser gola Zirêbar a Merîwanê heye

.

A+A-

Asta ava gola Zirêbar a Merîwanê bi berevird digel salên berê metrek daketiye û panatiya wê golê jî gelek kêm bûye.

Gola Zirêbar a Merîwanê rastî gefa jinavçûnê hatiye û çavkaniyên ava ku bo vê golê diherikîn kêm bûne û kaniyên bin golê jî qasa ava wan gelek kêm bûye û hinek ji wan xitimîne, ew di halekê de ye ku berpirsên rejîmê bo parastina wê golê ti pêngaveke erênî hilnegirtine.

Gola Zirêbar ku ciwaniyekî bê mînak û hewayek hênik û xweş hebû, bi sedema kêmbûn û daketina avê û qobiyên çikbûyî û paşmaweyên zibilan, niha bêhnekî genî dide û beşek zêde ji vê golê niha toz jî bilind dibe.

Pêka amarên rejîmê di derdora gola Zirêbarê de 28 bîrên kûr ên avê hene ku bo dabînkirina ava bajarê Merêwanê hatine lêdan, ew di halekê de ye ku bendava “Garan” bi bilindahiya 62 metran li nêzî Merîwanê şiyana paşkevtkirina 110 milyon metra 3cî avê heye û eger rejîm bixwaze dikare ava bajarê Merîwan û derdora wî bajarî û werzêriyê, ji paşkevta ava wê bendavê dabîn bike.

Rejîma Îranê bi bernameyên çewt û bi zanebûn cehda çikkirina gola Zirêbarê dide.

Çavkanî / Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin