Sîrac Kirici

Sîrac Kirici

Hemû nivîsên nivîskar >

"Tirs li ber derî bû û cesaret derî vekir "

A+A-

Referanduma Serxwebûna Kurdistanê 

bi encam û Kampanya xwe, 

bi beşdarî erêkirina xwe hêjayî nirxandinek e. 

Di despêkê de dibê mirov spasiya xwe ji irada siyasî ya başûrên Kurdistanê re bike. Vê pêvajoyê pir baş bi revê birin. 

Tevî ku yek dengiyek di nabêna wan de tunebû, partiyên biryara Referanduma Serxwebûna Kurdistanê girtibûn,bi imtihanek di standarta dewletên ewrupî bi ser ketin.

Di raya neteweyî û navneteweyî de vê kampanyayê pir baş meşandin...

Rê nedan bûyerek ku gel rehetsiz bike.

Di dema kampanyê û piştî diyarkirina encamên Referandumaê bi aqil- selimî tev geriyan...

Heta roja tali bi partiyên ku ji sedemên cuda li dijî Referandumê bûn dev ji rêya diyalogê bernedan. 

Ev siyaseta wan î erînî encam ji da. 

Gelên Kurdistanê, partiyên wê bi rêjayek bilind piştgiriya xwe nişanî biryara Referanduma Serxwebûna Kurdistanê dan.

Kurdistaniyên her çar perçeyên Kurdistanê şad û bextewar kirin...ji nuve me vegerandin rojeva al û netewa me.

Ji ali me hemûyan kampanya û biryara Referanduma Serxwebûna Kurdistanê bi dersan tijeye. 

Başûrî, bakûrî, rojavayî û rojhilatî

Dibê em siyaset û têkiliyên xwe ji nuve binirxinin...

Yekîtî, pêkve xebat ji her tiştî mezintir e..

Di dema kampanya Referandumê em yek vucud bûn...

Ji bo wê ji me rövanşa ewilî stend.

Di xeleka zirav,

Di xaleka lawaz ya dewletên dagirker de birayên me yên başûrê Kurdistanê midaxaleyî pêvajoyê kirin.

Siyaset, meharetê dixwaze..

Maharet ji bi cesaret dibe...

Ji dema hilweşandina Komara Muhabadê de ye tirsa dewletên dagirker li ser me bû... partiyên başûrê Kurdistanê û rêzdar Mesud Barzanî wek minaka

"Tirs li derî bû û cesaret derî vekir " tev geriyan.

Bi cesareta xwe tirsê kuştin û ji nû ve deriyê dewlet bûyinê vekirin.

Encam û şikle erişan çi dibe bila bibe di reştariya revebiriya dewletên ciran de kurda dersê demokrasiye nişanî her kesi dan.

Dibê em şiyar bin.

Di pêvajoya eşkere kirina dewleta Kurdistanê de pekve xebata me nesekine.

Ji ali diplomasî, moral û zindî girtina kampanyaya vatiniyên me xelas nebûne...jibo dewlet bûyinê pêkve xebata xwe bidominin..

Dibê temsildarên perceyên din yên Kurdistanê ji cesaret û siyaseta başûrê Kurdistanê sud bigrin û li perceyên ku lê diminin dest bi siyasetek ku rêya xebatek girseyî vekin bimeşinin..

Tekane rêya serkeftinê Yekîti ye!

Yekîtî kilit û dermanê her tişti ye

Önceki ve Sonraki Yazılar