Tirkiyê û komên çekdar deverên YPGê bi giranî topbaran kirin

Tirkiyê û komên çekdar deverên YPGê bi giranî topbaran kirin

.

A+A-

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê, navenda navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê û hejmarek gundên vê herêmê û bajarokên Şera û Şêrawa yên Efrînê topbaran kirin.

Piştî topbarana li ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, şeva borî artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê deverên di bin kontrola YPGê de bi giranî topbaran kirin.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî û herwiha medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ve, artêşa Tirkiyê û komên çekdar navenda navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê, herwiha gundên Samoqa, Til Medîq, Dêr Cemal, û bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê bi çekên giran û bi dijwarî topbaran kirine.

Herwiha gundên Irşadiyê û Kefer Antûn ên Şera û gundên, Ziyare, Qinêterê û Soxanekê yên Şêrawayê bi dijwarî hatin topbarankirin.

Cihên ku hatine topbarankirin, di bin kontrola YPGê û artêşa Sûriyê de ne.

Heta niha ziyanên wê topbaranê nehatine zanîn, lê bi dehan gulleyên topê li wan gundan ketine.

Duh Çarşemê 18ê Tebaxa 2021 navenda bajarê Efrînê hatibû topbarankirin, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dabûn û 4 kesên din jî birîndar bibûn.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê weke her car YPGê bi pêkanîna wê êrîşê tohmetbar dike.

Parêzgariya Hatayê jî doh di daxuyaniyekê de diyar kiribû ku êrîş ji herêma Tel Rifat a di bin kontrola YPGê de hatiye kirin û 13 mûşek bo navenda bajarê Efrînê hatine avêtin.

YPGê hemû caran tohmetbarkirinên Tirkiyê red kiriye, tevî ku têkildarî êrişa doh hêj ti daxuyaniyek nedaye.

Li aliyekî din, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên Tirk yên li gundewarê Helebê bi cîh bûne, bi dehan mûşek avêtine herêmên Meraanaz û firokxaneya leşkerî ya Minix ku hêzên Kurdî tê de ne.

Pêr şev, artêşa Tirkiyê û komên çekdar bajarokê Zirganê yê li herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi giranî topbaran kiribûn û di encamê de 2 welatiyên sivîl, jinek û zarokek, jiyana xwe ji dest dabûn û 16 kes jî birîndar bûbûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin