Tirkiye û Almanya nerazîbûna xwe li dijî referandûmê nîşan dan!

Tirkiye û Almanya nerazîbûna xwe li dijî referandûmê nîşan dan!

Nabe di vî warî de bi yek alî gav bihên avêtin.

A+A-

Wezareta Derve ya Tirkiyê di derbarê daxûyanîya refrandûma Kurdistana Başûr de helwesta xwe dîyar kirîye û gotîye;  ew vê dîtina xwe bi Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê ve jî parve kirîye. Li gor daxuyanîya wan dê referandûm li herêmê bêistîkrarî peyde bike.

Di daxuyanîyê de dihê gotin “Parastina yekîtiya ax û siyaseta Iraqê, yek ji prensîba sereke ya siyaseta Tirkiyê ya Iraqê ye. Ev prensîb weke şerteke sereke ya aramî, aştî û ewlekariya herêmê ye.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê da xuyakirin, ku dewsa destwerdana yekparçebûna Iraqê, ji bo bihêzkirina yekîtî û bi hevratiyê divê rê û rêbazên destûrî derbikevin pêş û pêwistî heye, di navbera pêkhateyên Iraqê de lihevkirin û diyalog were pêşxistin. 

Wezîrê Derva yê Almanyayê Sigmar Gabriel di serdana xwe ya Libyayê de gotîye; daxuyanîya biryara referandûmê "bi endîşeyeka mezin" teqîb kiriye û hişyarî daye ku nabe di vî warî de bi yek alî gav bihên avêtin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Berzanî, di 7ê hezîrana 2017an de, bi alîyên sîyasî yên Kurdistanê re civînek amade kir. Civîn bi biryarek dîrokî ya referandûma serxwebûnê ve encam bû. Referandûm dê di 25ê îlona 2017an de pêk bê. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin