Tirkiyê Şingal û çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin

Tirkiyê Şingal û çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin

Serokerkaniya Giştî ya Artêşa Tirkiyê ragihand ku firokeyên şer ên Tirkiyê li Şingalê û çiyayê Qereçûxê pêgehên PKKê bombebaran kirin

A+A-

Hat gotin bombebaranan devera Bara û çend cihên din kirin armanc, lê hêj ziyanên ku derketine holê nayên zanîn.”

 
Herwiha Kampa Mexmûrê ku awareyên Bakurê Kurdistanê têde dijîn, hat bombebarankirin.
 
Hat ragihandin ku di bombebaranê de 4 kesan canê xwe ji dest dane.
 
Li gor zanyariyan, sê ji kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan ji heman malbatê ne.
 
Hat gotin, Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê  Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî jiyana xwe ji dest dane. Malbat ji bo ku li sewalên xwe binerin dema ku diçin kox, balafirên şer ên TSK'ê wan bombebaran dikin.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin