Tirkîyê Şingal bombebaran kir

Tirkîyê Şingal bombebaran kir

Balafirên şer ên Tirkîyê îro berîya kêlîyekê Komelgeha Xanesûrê li Şingalê bombebaran kirin

A+A-

Balafirên şer ên Tirkiyê îro beriya kêliyekê Komelgeha Xanesûrê li Şingalê bombebaran kirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê ragihand, balafirên Tirkiyê Komelgeha Xanesûrê bombebaran kirin.

Heta niha ti zanyarî derbarê zirarên êrîşê de nehatine belavkirin.

Roja 4ê Mijdarê jî balafireke şer a Tirkiyê baregeheke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) bombebaran kiribû.

Di wê bombebaranê de 2 kes birîndar bibûn.

Piştî êrîşê, şandeke hêzên Iraqî serdana cihê bombebaran kirin û dest bi lêkolînê kiribûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin