Tirkîyê qonaxa bicihkirina koçberên Ereb li Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin

Tirkîyê qonaxa bicihkirina koçberên Ereb li Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin

Tirkîyê hejmareke koçberên Sûrîyê yên li Tirkîyê li bajarê Serê Kanîyê bicih kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Tirkîyê, grûpeke koçberên Sûrîyê yên, li navçeyên Wêranşar û Serê Kanîyê yên Rihaya Bakurê Kurdistanê diman hatine vegerandin bo bajarê Serê Kanîyê yê li Rojavayê Kurdistanê.

Li gor agahîyan, ew grûpa ku jin û zarok jî di nav de hebûn ji 70 kesan pêk dihat û herwiha hatîye gotin ku wan serî li parêzgarîya Rihayê daye ku bên vegerandin û li ser daxwaza wan ew koçber li Serê Kanîyê hatine bicihkirin.

Ew koçberên Ereb bi rêya derîyê sînorî derbasî Serê Kanîyê bûn û yek ji wan koçberan ê bi navê Muezzîn El Mihemed got, “Ev 7 sal in ez li Tirkîyê bûm, niha gelek kêfxweşim ku vedigerim welatê xwe.”

Tirkîyê 9ê meha derbasbûyî êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin û bajarên Girê Spî û Serê Kanîyê xistibûn bin kontrola xwe.

Tirkîye ev heyameke dirêj e, hewl dide ku li Rojavayê Kurdistanê, navçeyeke ‘aram’ ava bike û wan koçberên Sûrîyê yên li Tirkîyê ku hejmara wan zêdetir ji 3 milyon û nîvan e, li Rojavayê Kurdistanê bicih bike.

Herwiha Tirkîyê yek ji sedemên êrişa xwe jî ‘weke vegerandina koçberan’ pênase kiribû, lêbelê Rêveberîya Xweser, Tirkîyê û grûpên çekdar bi ‘paqijîya etnîkî ya li hemberî Kurdan’ tohmetrbar dikin û dibêjin, “Tirkîye bi projeya bicihkirina koçberan li Rojava dixwaze demografîya navçeyê biguhere.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî, berî niha ragihandibû, “Li gel guhertina demografîyê, gelê Kurd bi metirsîya paqijîyeke etnîkî re rûbirû ye. Metirsîyeke mezin heye.”

Herwiha li gor dawîn amarên Rêveberîya Xweser, ji ber êrişa Tirkîyê zêdetirî 300 hezar kes ji cih û warên xwe derketine û herwiha di dawîn raportan de tekezî li ser, “encamdana tawanên şer ji alîyê grûpên çekdar ve” tê kirin.

Di çendîn raportên navdewletî û xwecihî de jî amaje bi dizî û talana ji alîyê grûpên çekdar ve li bajarên Rojavayê Kurdistanê hatîye kirin û hatîye belavkirin ku ew çekdar dest datînin ser mal û milkê xelkê.

Li Efrînê jî ku ew bajarê Rojavayê Kurdistanê jî roja 18ê Adara 2018an ketibû destê Tirkîyê û grûpên çekdar, bi sed hezaran Kurd jiber êrişan koçber bûbûn û li mal û gundên Kurdan xelkê Ereb hatibûn bicihkirin. Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Hulusî Akar jî duh derbarê Efrînê de axivîbû û gotibû wan li Efrînê nêzikî 400 hezar kes bicih kirine.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin