Tirkiye: Plakayên wasiteyan a bi herfên ”FG” hatin îptalkirin!

Tirkiye: Plakayên wasiteyan a bi herfên ”FG” hatin îptalkirin!

Belkî jî di demek nêz de navê Fethullah jî qedexe bikin û malbat nikaribin vî navî bidin zarokên xwe

A+A-

Li gor nûçeyaka CNN Turk plakayên wasiteyên him yên resmî û him jî yên sivîl ku ji herfên ”FG” pêk tên, dê bihên berhevkirin. Ev herfên ”FG” nav û paşnavê Fethullah Gulen diteysînin.

Li gor Midurîyeta Ewleyî ya Giştî ya Tirkiyê; ku bi dora elfabetîk di sala 2014ê de plakayên bi herfên "FG" hatine dayîn, dê hemû bihên îptalkirin.

Werxuya ye piştî derbeya nebiserketî ya 15 Tîrmehê fobîya Fethullah Gulen hemû dewlet û civaka Tirk dorpêç kiriye; edî ew naxwazin ne herfên FG bibînin û ne jî bibîhsin; belkî jî di demek nêz de navên Fethullah jî qedexe bikin û malbat nikaribin vî navî bidin zarokên xwe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin