Tirkiyê li Şirnexê operasyoneke nû da destpê kirin

Tirkiyê li Şirnexê operasyoneke nû da destpê kirin

.

A+A-

 Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand bi beşdarbûna 1550 endamên artêşê li herêma Besta ya ser bi parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve operasyoneke bi navê Eren-Zivistan-1 destpê kiriye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, bi armanca ku PKK ji rojeva Tirkiyê û ji herêmê bê derxistin, hêzên wî welatî li herêma Besta ya Şirnexê, ev operasyona nû li dijî PKKê dane destpêkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku operasyon di îdareya Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyan bi hêzekî ji 1550 kesan pêk tê destpê kiriye.

Li Bakurê Kurdistanê, hêzên ser bi herdu wezaretên Navxwe û Berevaniyê yên Tirkiyê, ji sala 2020an ve operasyonên xwe yên li dijî PKKê zêdetir kirine û çendîn caran li parêzgehên wek Şirnex, Dêrsim, Sêwaz, Bedlîs, Mêrdîn, Wan û Colemêrgê operasyon pêk anîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin