“Tirkîye li Rojava sûcê komkujîya nîjadî dike”

“Tirkîye li Rojava sûcê komkujîya nîjadî dike”

18 rêxistinên mafên mirovan ên ku di qada navneteweyî de parastina mafên mirovan dikin, bi nameyek hevpar dîyar kirin ku Tirkîye li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê sûcê komkujîya nijadî dike.

A+A-

 

18 rêxistinên mafên mirovan ku di qada navneteweyî de ji bo parastina mafên mirovan têdikoşin, çalakîyên Tirkîyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê bi nameya ku ji Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Sekreterîya Giştî ya Konseya Ewropa re şand, şermezar kir. Parazvanên mafên mirovan di nameyê de bal kişand ser kiryarên Tirkîyeyê yên ku piştî Bakur û Rojhilatên Sûrîye dagir kirin û binpêkirina mafên mirovan. Di nava rêxistinên mafên mirovan ku name imze kirin de Komeleya Parastina Mafên Mirovan a Avusturya, Komîteya Parastina Mafên Mirovan a Sûrîyeyê (MAF) û gelek rêxistinên mafên mirovan ên sivîl jî hene. Parazvanên mafên mirovan di nameyê de anîn ziman ku piştî Tirkîye Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê dagir kir û şûnde herêm bûye navenda binpêkirina mafên mirovan û wiha cih dan nameyê: "Komên ku Enqere piştgirîyê dide wan, li herêmê sûcê mirovahîyê dikin. Sûcê komkujîya nijadi dikin." 

 

BAL KIŞANDIN SER RAPORÊN BINPÊKIRINA MAFAN

 

Parazvanên mafên mirovan, di nameyê de anîn ziman ku Enqere û komên girêdayî Enqereyê destûr nadin ku sivîl vegerin mal û warên xwe û wiha li nameyê zêde kirin: "Komên çekdar neheq mal û milkê welatîyan talan û wêran dikin. Dest datînin ser malê welatîyan. Welatîyan direvînin. Li dijî welatîyan muameleyên keyfî dikin. Dişewitînin û êrîşê nirxên civakî, çandî û dîrokî yên wekî goristan, sembolên çandî û nirxên din dikin. Ev binpêkirinên mafan di raporên Rêxistina Efûya Navneteweyî, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Komisyona Lêpirsînê ya Sûrîye ya Navneteweyi a Serbixwe de jî heye û hatîye teyîtkirin. 

 

BI RAPORAN BELGE KIRIN

 

Di daneyê de anîn ziman ku binpêkirina mafan bi raporan belge kirin û wiha lê zêde kirin: "Rêxistina HRW'ê di mijdara 2019'an derapor amade kir. Di raporê de jî gotin "Komên girêdayî Tirkîyeyê destûr nadin Kurdên Sûrîye vegerin axa xwe. Dîsa piştî ku destûr nadin kurd vegerin ser mal û milkên xwe, mal û milkên Kurdên Sûrîye talan û wêran dikin û desteser dikin. Dagir dikin." 

 

'HERÊMÊN KU TIRYÎYE PÊŞNÎYAR KIRÎYE NE EWLE NE' 

 

Dîrektorê Rojhilata Navîn ê HRW'ê Sarah Leah Whitson jî wiha got: "Darvekirina mirovan, talankirina mal û milk, koçkirin û destûrnedayina vegera warên xwe, belgeyên ku herêmên Tirkîye pêşnîyar kirîye ne ewle ne. 

 

AV QUT KIRIN

 

 

18 rêxistinên mafên mirovan di nameyê de anîn ziman ku li herêmên piştî operasyona eskerî ya Tirkîyeyê dest pê kir de herî dawî av ji ser welatîyan qut kirine û wiha li nameyê zêde kirin: "Tirkîye piştî operasyonê û komên girêdayî xwe li herêmê bi cih kir vê carê avê ji ser Bakur û Rojhilata Sûrîyeyê qut dike. Seroka Lijneya Îcrayê ya Meclîsa Demokratîk a Sûrîyeyê Îlham Ahmed, anî ziman ku Tirkîye ji bo li Sûrîyeyê bi temamî avê qut bike bi zanebûn avê qut dke." Dîsa li herêmên ku Tirkîye dagir kirîye de zeytûn û zexîreyên din ên welatîyan talan kirin û anîn Tirkîyeyê. Komên çekdar ên ku Tirkîye piştgirîyê dide wan li Efrîn li dijî Yekîtîyên Parastina Gel (YPG) di Adara 2018'an de  operasyona "Tevgera Pinara Aştîyê" pêk anîn û ketin Efrînê. Komên girêdayî Tirkîyeyê li Efrînê gelek mafên mirovan binpê kirin. 

 

Di vê pêvajoya ku binpêkirina mirovan a li Efrînê dihat niqaşkirin de, vê carê di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Serekanîye û Girê Spî operasyon pêş xistin û ev du bajar xistin kontrola xwe. Gelê Kurd û Ereb ji ber ewlehîya canê xwe herêm terk kirin û derbasî herêma Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (QSD) bûn. Wekî Efrînê li Serêkanîyê û Girê Spî jî sûcên komkujîya nijadî dikin." 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin