Tirkiyê li Colemêrgê dest bi operasyoneke nû ya leşkerî kir

Tirkiyê li Colemêrgê dest bi operasyoneke nû ya leşkerî kir

.

A+A-

 Li parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê artêşa Tirkiyê operasyoneke nû ya bi navê “Eren Dorpêç-29” da destpêkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 4ê Tebaxa 2022an bi daxuyaniyekê ragihand ku li parêzgeha Colemêrgê ya  Bakurê Kurdistanê operasyoneke nû ya leşkerî hatiye destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê operasyona bi navê “Eren Dorpêç-29” bi beşdarbûna 632 leşkerên ser bi  Fermandariya Cendirme û gundparêzan destpê kiriye.

Operasyonên Tirkiyê nêzîkî heşt mehane bi navê operasyonên “Eren” li navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê destpê kirine û berdewam in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin