Tirkiye: Kitêbên 29 weşanxaneyan dê bên îmhakirin

Tirkiye: Kitêbên 29 weşanxaneyan dê bên îmhakirin

Wezareta Kulturî ya Tirkiyê ji 1130 kitêbxaneyên seranserê Tirkiyê re talîmnameyek şandîye

A+A-

Wezareta Kulturî ya Tirkiyê  ji 1130 kitêbxaneyên seranserê Tirkiyê re talîmnameyek şandîye ku 29 weşanxaneyên ku bi Qerarnameya di Hikmî Qanûnê de hatine girtin, kitêbên wan weşanxaneyan ji refên kitêbxaneyan bên rakirin. Plan ew e ku dê ev kitêb bên îmhakirin.

Di 27ê Tîrmehê de Qerarnameyeka di hikmê qanûnê de di Rojnameya Resmî a Tirk de hatibû belavkirin. Li gor wê qerarnameyê 29 weşanxaneyên ku hatibûn girtin navê wan yê orjinal ev in; “Altınburç Yayınları, Burak Basın Yayın Dağıtım, Define Yayınları, Dolunay Eğitim Yayın Dağıtım, Giresun Basın Yayın Dağıtım, Gonca Yayınları, Gülyurdu Yayınları, GYV Yayınları, Işık Akademi, Işık Özel Eğitim Yayınları, Işık Yayınları, İklim Basın Yayın Pazarlama, Kaydırak Yayınları, Kaynak Yayınları, Kervan Basın Yayıncılık, Kuşak Yayınları, Muştu Yayınları, Nil Yayınları, Rehber Yayınları, Sürat Basım Yayın Reklamcılık Eğitim Araçları, Sütun Yayınları, Şahdamar Yayınları, Ufuk Basın Yayın Haber Ajans Pazarlama, Ufuk Yayınları, Waşanxaneya Nil, Yay Basın Dağıtım, Yeni Akademi Yayınları ve Yitik Hazine Yayınları, Zambak Basın Yayın Eğitim Turizm”

Dihê zanîn ku ev weşanxane kitêbên Fethullah Gulenî jî çap kirine.
Girtina weşanxaneyan û yasaxkirin û îmhakirina kitêban binpêkirina azadîya fikrî û ramanî ye û  di çu rejimê de yasaxkirin û îmhakirina wan nahên taswîpkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin