Tirkiye ji ser Silopî-Zaxo dest bi şandina elektrîkê dike   

Tirkiye ji ser Silopî-Zaxo dest bi şandina elektrîkê dike  

.

A+A-

Hat ragihandin ku kompaniyeke Tirkiyê li destûra hikûmet û Saziya Bazara Enerjiyê li Tirkiyê (EPDK) heta 150 megavatan dest bi hinardekirina elektrîkê bo Iraqê dike.

Hat ragihandin ku wê elektrîk ji ser xeta Silopî û Zaxoyê bê şandin ku wê hinardeya elektrîkê ji 28ê Kanûna 2020an heta 1ê Mijdara 2021ê berdewam bike.

Hêjayî gotinê ye, hefteya borî Serokwezîrê Iraqê bi şande bilind serdana Tirkiyê kiribû û li ser hejmarek babetên petrol, aborî, bazirganî û enerjiyê girêbest îmze kiribûn.


Mesrûr Barzanî ji malbata Kakereş Neqşîbendî re sersaxî xwest
 Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi boneya koça dawî ya yasanas Kakereş Neqşîbendî peyameke serxweşiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Bi xemeke mezin xebera koça dawî ya yasanas û kesayetîyê naskirî yê bajarê Hewlêrê û endamê xula yekem ê parlementoya Kurdistanê, Kakerreş Neqşîbendî min bihîst. Serxweşiya xwe li malbata wî ya birêz dikim. Xwedayê mezin giyanê wî bi behişte şad bike û sebir û aramiyê bide malbat nas û dostên wî. “

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin