Tirkiyê ji rêveberiya Amerîkayê xwest bersiva nameya wan bide!

Tirkiyê ji rêveberiya Amerîkayê xwest bersiva nameya wan bide!

.

A+A-

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, derbarê sîstemên moşekî yên parastina asmanî ku ji Rûsyayê kirîne û Amerîkayê jî dorpêç ji ber wê yekê danîne ser wan daxuyanî dan.

Hulusî Akar di merasîke li bajarê Kayseriyê de li ser mijarê got ku ew dê S-400an derveyî hevpeymana NATOyê û jê serbixwe bikar bînin û diyar kir, “Sîstema berevaniyê S-400an dema gef û xeterîyek hebe tê bikaranîn. Heger li hemberî Tirkiyê ti niyeteke êrîşê nebe ti zirara wê ji kesî re çênabe.”

Akar dibêje, wan ji bo mijara S-400an ji rêveberiya Amerîkayê re name şandiye û got, "Divê Amerîka bersiva nameya ku me ji bo çareseriyê ji wan re nivîsandiye bide.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi sedema kirîna S-400an Tirkiye ji bernameya balafirên F-35an hatibû derxistin û di çarçoveya yasaya CAATSA a bo têkoşîna dijminên Amerîkayê de jî dorpêç li ser sektora berevaniya Tirkiyê hatibûn sepandin.

Heta niha rêveberiya Joe Biden tevî hemû hewldanên Tirkiyê jî li ser mijara S-400an ti gaveke ber bi Tirkiyê ve neavêtiye û dorpêç jî berdewam in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin