“Tirkiye ji rêça Amerîka derketiye!”

“Tirkiye ji rêça Amerîka derketiye!”

Pisporekî Amerîkî dibêje, Tirkiye ji bona ku kurd li Sûriyê nebin xwedan statûyek, piştevaniya DAIŞê dike. Bi gotina wî, siyaseta derve ya Tirkiyê bi temamî li dijî berjewendiyên Amerîka ye.

A+A-

Pisporekî Amerîkî dibêje, Tirkiye ji bona ku kurd li Sûriyê nebin xwedan statûyek, piştevaniya DAIŞê dike. Bi gotina wî, siyaseta derve ya Tirkiyê bi temamî li dijî berjewendiyên Amerîka ye.

Pisporekî Amerîkî yê Rojhilata Navîn bi navê Dr. Max Abrahms li ser gefên Tirkiyê li hember Rojavayê Kurdistanê û pêwendiyên wî welatî û Amerîka ji malpera Îranî ya kurdpress re peyivîye.

Dr. Max Abrahms gotiye, Tirkiye ji bona ku kurd li Sûriyê nebin xwedan statûyek, çi ji dest were dê bike, ji xwe bo vê yekê piştevaniya DAIŞê jî dike da ku bi wê yekê şerê kurdan bike.

Dr. Abrahm, ku li zankoya Northeastern ya Amerîka mamostatiyê jî dike, li ser pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê jî gotiye, Amerîka her dem hewl daye Tirkiyê bixe ser rêka berjewendiyên xwe lê êdî Tirkiye ji wê rêkê derketiye, nimûna wê ya berçav jî kirîna mûşekên S-400 ji Rûsyayê ye.

Bi gotina wî pisporê Amerîkî, êdî Tirkiye ne hevpeymanê Amerîka ye û divê Amerîka vê yekê bibîne û qebûl bike û li gorî wê bi Tirkiyê re retar bike. Siyaseta derve ya Tirkiyê jî bi temamî li dijî berjewendiyên Amerîka ye.

maxresdefault.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin