Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Tirkîyê jî hewceyî başûrê Kurdistanê ye

A+A-

Serdana Iraq’ê û Kurdistan’ê ya serokwezîrê Tirk Binali Yildirim, li gel dîplomasî û ewlehîyê hêlek din jî hebû, vê serdanê zerengîyek din jî derxist pêş.

Em dizanin, di serdema serokwezîrtîya Ahmet Davutoglu’da pêywendiyên Tirkîyê bi cîranên wê va, heta bi temamê Rojava va xerab bû, bi hinek dewletan va yekser têk çû.

Bêşik, berpirsyarê vê rewşê ne tene Ahmet Davutoglu ye, têt zanîn ku jexin destûra serokkomar ne pêkan bû, ku encamek weha rû bide.

Di dawîyê da pêywendiyên Tirkîyê têkçûn, bi hemû cîranên wê va tama cîrantîyê nema, bazirganî lawaz bû û kelemên li ber Tirkîyê, taybetî di hela aborî da xetertir bûn.

Îro aborîya vî welatî di nav krîzekê da ye, li beramberê dolar û ewro nirxê liraya Tirkîyê kêm dibe, dewalûasyonek ne dîyarkirî heye. 

Bazirganî bona desthilata Tirkîyê gellekî girîng e, ji ber ku desthilata îro li ser destketîyên aborî dahola xwe lêdêxe.

Rewşa bazirganîya Tirkîyê, bi giştî Tevgera Siyasîya Kurdistan’ê û taybetî başûrê Kurdistan’ê bi nêzik va peywendîdar dike.

Bêşik ne hewce yî gotinê ye, ku îro Tirkîyê bona başûrê Kurdistan’ê derîyê cîhanê ye, daku berve Rojava va vedibe, herweha xwe digehîne bazara navneteweyî.

Ne tene firotina petrolê bona bazara cîhanê, wekî din jî tene derîyê Tirkîyê di destê başûrê Kurdistan’ê da ma ye.

Eger, alozîya Suriyê çareser bibe, rêveberîya rojavayê Kurdistan’ê û ya navendîya Suriyê  derfet bide başûrê Kurdistan’ê, bêşik derîyekî din bi destdikeve, lê mixabin dibetîyek gellekî dûr û lawaz e.

Her çiqas Tirkîyê di destê başûrê Kurdistan’ê da derîyê tekane be jî, ew neye wê wateyê ku bi her avayî başûrê Kurdistan’ê hewceyî Tirkîyê ye, bi ti avayî pêdivîya Tirkîyê bi başûrê Kurdistan’ê tine ye!

Ev dîtin, dûh jî ne rast bû, îro jî ne rast e.

Em dizanin, ku ji serdema sedsalîya 20an va cîhan di rewşek global da ye û îro, cîhanîbûn (globalîzm) hêj fireh û bihêztir bû ye.

Wate ev ku di cîhana global da her çiqasî başûrê Kurdistan’ê hewceyî Tirkîyê ye, ewqas jî Tirkîyê hewceyî, taybetî başûrê Kurdistan’ê, bi giştî hêz û civata Kurdan e.

Bila em zanibin, ku êdî bêyî Kurdan Tirkîyê nikane di cihana global da gav bavêje, pirsgirêkên xwe yên aborî, civakî, siyasî û ewlehî çareser bike û ev dewlet neçar e vê rastiyê fam bike.

Mînaka herê balkêş, di serdana serokwezîrê Tirk da û di peyamên wî da aşkere ye.

Berî sala 2014an bazirganîya Tirkîyê bi Iraqê va 12 mîlyar dolar bû, ji vê bazirganîyê 8 mîlyar dolar diket para başûrê Kurdistan’ê.

Iraq û başûrê Kurdşstan’ê şirêkê bazirganîyê duyem bû, piştê Yekitîya Ewrupa, taybetî Almanya.

Em dizanin, ku bi bilindbûna bazirganîya Tirkîyê, di encamê pêşveçûna aborî û geşdarîya civakî da, piştê vê potensîyelê rewşa îro derket, ku îro Tirkîyê ne wekî salên 90’yî ye.

Ango, di vê pêşveçûn û geşdarîya civakî da para vê bazirganîyê berz e, jixwe serokwezîrê Tirk jî, di peyamên xwe da pêdivî bi vê rastiyê anî.

Îro, firotina Tirkîyê bona Iraqê daketîye 7 mîlyar dolaran û para başûrê Kurdistan’ê daketiye asta 5 mîlyar dolarî.

Bêşik, gellek jandeyên vê hene, bo mînak siyaseta şerxwezîya li bajarên bakurê Kurdistan’ê, şerê li dijî DAEŞê, peywendiyên Iraq û Tirkîyê, şer û alozîya li Sûriyê, siyaseta Îran’ê û xetayên rêveberîya Tirkîyê ku ez wekî “harbûna hêzê” dibinim, bi tirkî dibêjên “jarbûna hêzê”.

Weha dixu ye, ku desthilata Tirkîyê neçar e, bivê nevê divê bêt ser hemdê xwe, ji ber ku di pêşveçûn û geşdarîya civakê da, di hêzbûna aborî da para hinerdekarîyê (îxracat) giran dikşîne, bi vê siyaseta êrişkar û şowenîst geşbûna aborî bidest nakeve.

Pêdivîya Tirkîyê bi enerjîyê heye, enerjî jî li Kurdistan’ê ye, li Kurdistan’ê jêderkên enerjîyê dewlemend in û Tirkîyê vê rastiyê dizane.

Ne tene li bendava Ceyhan’ê petrola Kurdistan’ê têt firotin, herweha rêkevtinek di navbera Tirkîyê û başûrê Kurdistan’ê hat îmza kirin di barê gaza sirûştî ya Kurdistan’ê da, eger ez ne şaş bin gaz îsal dikeve bazara navneteweyî.

Ev hemû destê Tevgera Siyasîya Kurdistan’ê da xurtir dike, derfetên siyasete firehtir dike.

Bi encam; di geşbûna aborîya Tirkîyê da para başûrê Kurdistan’ê berz e.

Taybetî dewletên kelbengî jî wekî bisîkletê ne, dema bisekine dê gêr bibe, divê her dem bipêşve here û ew jî bi siyasetek aştîxwaz û demokrasîyê dibe.

Di hela din da wekî min jor jî got, pêdivîya Tirkîyê bi enerjîyê heye û ew jî li Kurdistan’ê ye.

Herweha, wekî gellek caran rayedar balê dikşînên ser “giringîya stratejîk’a Tirkîyê”, beşik di vî warî da giringîyek heye, lê Tirkîyê ne mifteya cîhanê ye.

Ango, carek din bejim, çiqas pêdivîya başûrê Kurdistan’ê bi Tirkîve heye, ewqas jî pêdivîya Tirkîyê bi başûrê Kurdistan’ê va heye, divê rêvebera başûrê Kurdistan’ê vê rastîyê baş zanibe û derfetê di dest da bona çareserkirina pirsa bakur û rojavayê Kurdistan’ê bi kar bîne.

17.01.2017/Dusseldorf       

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin