Tirkiyê ji bo serbestiya vîzeyê lezê dide xebatan

Tirkiyê ji bo serbestiya vîzeyê lezê dide xebatan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo lezê bidin xebatên çareserkirina krîterên "Pêvajoya diyaloga serbestiya vîzeyê ya bi Yekîtiya Ewropayê re" giştîname belav kir.

A+A-

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo lezê bidin xebatên çareserkirina krîterên "Pêvajoya diyaloga serbestiya vîzeyê ya bi Yekîtiya Ewropayê re" giştîname belav kir.

Di giştnameya bi îmzaye Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Rojnameya Fermî hatî weşandin de hat bibîrxistin ku di 16ê Kanûna 2013an da Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê Peymana Paşdahildanê îmze kirin û di çarçoveya “pêvajoya serbestiya vîzeyê” de bi destê Serokatiya Yekîtiya Ewropayê ya Wezareta Derva û saziyên eleqedar tên meşandin.

Di giştînameyê de hat gotin ku dibê di vê çarçoveyê de lezê bidin xebatên tên meşandin, berdewamiya xebatên li ser krîteran pêk bînin.

Herwiha di giştînameyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya pêvajoya Diyaloga Serbestiya Vîzeyê de gotûbêj dê bi Serokatiya Yekîtiya Ewropayê ya Wezareta Derva re werin meşandin, di vê pêvajoyê de hevkariya ku wezaretên Dad û Navxweyî bidin gelek girîng e.

Di giştînameyê de hat gotin ku bi vê giştînameyê giştînameya bi hejmara 2015/18ê jî hat betalkirin.

Ji bo nûçeta bi tirkî bitikînin

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin