‘Tirkiye ji bo parêzer û rojnamegeran bûye welatek talûke’

‘Tirkiye ji bo parêzer û rojnamegeran bûye welatek talûke’

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin bertek nîşanî girtina rojnameger Huseyîn Aykol da û got: “Tirkiye ji bo rojnameger û parêzeran welatek talûke ye.”

A+A-


Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin bertek nîşanî girtina rojnameger Huseyîn Aykol da û got: “Tirkiye ji bo rojnameger û parêzeran welatek talûke ye.” 
 
Baroya Amedê di hefteya 184’emîn de ji bo ku kujerên Tahîr Elçî bên eşkerekirin li ber Dadgeha Amedê çalakiya bîranînê li dar xist. Serokê Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Amedê Ramazan Karakaya jî piştevaniyê da parêzeran û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di çalakiyê de axivî û diyar kir k udi dosyeya lêpirsîna Tahîr Elçî de bi qasî mîsqalî zer e pêşketin çênebûye û got: “Divê ev rewşa kêfî ji holê bê rakirin. Heta kujerên Tahîr Elçî derbixin pêşberî darazê û cezayê heq kirine bigirin û halê bêcezakirinê bi dawî bibe em ê çalakiya xwe dewam bikin.” 
 
‘TIRKIYE BÛYE WELATEK TALÛKE’ 
 
Aydin destnîşan kir ku Tirkiye ji bo rojnameger û parêzeran bûye welatek talûke û wiha got: “Parêzer ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên kuştin. Kujerên wan dernaxin holê. Rojnameger Huseyîn Aykol ji ber fikrên xwe yên aniye ziman hat girtin. Gelek doz derbarê Aykol de hene. Hemû ji ber xebatên rojnamegeriyê ne. Em di wê baweriyê de ne ku divê demildest di vê mijarê de sererastkirin bê kirin. Hewceye di mijara azadiya fikir û xweîfadekirinê de sererastkirina qanûnî pêk were. Pêwîste ev bi demildest pêk were. Pêwîste dosyeyên parêzerên tên kuştin bên birêvebirin û eşkere bikin.” 
 
Koma parêzeran piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xist. 
MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin