“Tirkîye ji bo nêzîkî Amerîka bibe, S-400 karîger nake”

“Tirkîye ji bo nêzîkî Amerîka bibe, S-400 karîger nake”

Li gel veyrosa koronayê ev mijar jî di rojeva pisporên Tirkîyê de ye. Li gorî pisporê ewlehîya Tirkîyê Gûray Alpar Tirkîye piştî veyrosa koronayê dixwaze di qada Sûrîyê de rêyeke din bide pêşîya xwe û niha bingeha vê yekê ava dike l

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li Tirkîyê Biryar hate dayîn ku mûşekên S-400 yên ku di Tîrmeha 2019an de ji Rûsyayê bo Tirkîyê hatine şandin û di navbera Amerîka û Tirkîyê de bûne sedema rageşîyeke mezin ji ber veyrosa koronayê karîger neke. Li gorî hin pisporên Tirkîyê bi vê biryarê Tirkîye dixwaze li Sûrîyê careke din nêzîkê Amerîka bibe. Lêhin pispor jî dibêjin armanc ew e ku ji Amerîkayê piştevanîya aborî bê vergirtin.

Tirkîyê bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê, karîgerkirina sîstema bergirîya mûşekên S-400 ya ku ji Rûsyayê hatibû standin paş dixe. Peyvdarê serokatîya Tirkîyê Îbrahîm Kalin 30ê Nîsanê di civîna ku nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûrîyê James Jeffrey û Balyozê Amerîkayê Davîd Satterfaîld jî beşdar bûn a li gel NATOyê de eşkera kir, ku bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê, pilana karîgerkirina sîstema S-400 rawestandine.

Li gel veyrosa koronayê ev mijar jî di rojeva pisporên Tirkîyê de ye. Li gorî pisporê ewlehîya Tirkîyê Gûray Alpar Tirkîye piştî veyrosa koronayê dixwaze di qada Sûrîyê de rêyeke din bide pêşîya xwe û niha bingeha vê yekê ava dike loma ev daxuyanî hatîye dayîn.

Pisporê Ewlahîyê Dr.Gûray Alpar ji K24ê re wiha axivî: “Tirkîye careke din dixwaze bi Amerîkayê re tev bigere. Di mijara Idlibê de bi Rûsyayê re li hev nake û di civîna Îrahîm Kalin başder bûyî de James Jeffrey ragihand ku rêkeftina wan ya bi HSDê re tenê ji bo têkoşîna dij DAIŞê heye. Ji ber vê çendê Tirkîye li Sûrîyê dixwaze piştî veyrosa koronayê careke din berê xwe bide Amerîkayê. Heta ji bo ji nû ve avakirina Sûrîyê Enqere zêdetir dixwaze bi Washîngtonê re hereket bike.”

Pisporê pêwendîyên navdewletî Haydar Çakmak jî ku bale dikşîne ser naveroka hevdîtina ku Îbrahîm Kalin beşdarbûye dibêje armanca daxuyanîya Kalin ya sereke ew e ku di warê aborî de alikarîya Amerîkayê verbigre. Lê belê kêşeyên navbera alîyan de zêde ne.

Prof. Dr. Haydar Çakmak dibêje: “Kêşeyên di navbera Tirkîye û Amerîkayê de bi daxuyanîyekê çareser nabin. Taybetî jî mijara mûşekên S 400 kêşeyeke mezine li pêşîya Enqere û Washîngtonê. Lê belê bi daxuyanîya Îbrahîm Kalin Tirkîye dixwaze ku di warê aborî de piştevanîya Amerîkayê bistîne. Ji ber ku balyozê Amerîkayê yê Enqerê Davîd satterfaîld ragihand ku Tirkîye bi banqeya navendî ya Amerîkayê re di nava pêwendîyan de ye.”

Herwiha serokomarê Tirkîyê Erdogan jî di 1ê Gulanê de bi seroka lijneya Yekitîya Ewropayê Ursula von der Leyen re bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anî. Pispor amaje pê dikin ku Tirkîye alîyekê bi veyrosa koronayê re mijûl dibe alîyekê jî bi Amerîka û welatên Ewropayê re bingeha pêwendîyên nû dide avakirin û piştî veyrosa koronayê li seranserê cîhanê bidawî dibe hevsengîyên navdewletî yên dîplomatîk dê hemû bigûherin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin