Tirkîye hêzên zêdetir dişîne Sûrîyê

Tirkîye hêzên zêdetir dişîne Sûrîyê

Di demekê de ku artêşa Sûrîyê nêzîkê Idlibê bûye û şer û pevçûn berdewam in, artêşa Tirkîyê rojane ‎hêz û çekên giran wek tank û topan vediguhêze ser sînor û nav axa Sûrîyê. Şevê din karwanekî din ê ‎leşkerî bo nav axa Sûrîyê hat şandin.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di van rojên dawî de tevgera leşkerî, bombebaran û şer û pevçûn li Idlibê zêde bûne û hêzên hikûmeta Sûrîyê jî gihiştine nêzîkê Idlibê û 8 xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê jî hatine dorpêçkirin.

Şevê din karwanekî leşkerî ku ji tankan pêk dihat û ji bajarên cuda yên Tirkîyê hatibûn şandin gehişte qezaya Îslahîye ya Dîloka Bakurê Kurdistanê.

Hat zanîn ku ew tank dê di Derîyê Sînor ê Cîlvegozû re bo nav axa Sûrîyê bên şandin wek piştîvanîyekê bo yekeyên leşkerî yên Tirkîyê li Idlibê û deverên din ku niha di jêr kontrola Tirkîye û grûpên çekdar ên girêdayî wê de ne.

Her şevê din artêşa Tirkîyê karwanekî din ê leşkerî şand bajarê Idlibê yê Sûrîyê wek piştîvanîyekê bo xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê li wê deverê. Karwanê ku ji rampeyêm mûşekan, tank cebilxane û otomobîlên zirxpoş pêk dihat, gehişte Reyhanlîya Hatayê û di demjimêrên şevê de bo Idlibê hat şandin.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin