Tirkiye hêzên zêdetir dişîne ser sînorê Sûriyê

Tirkiye hêzên zêdetir dişîne ser sînorê Sûriyê

Artêşa Tirkiyê li ser şandina hêza piştevaniyê bo ser sînorê Sûriyê berdewam e û îro du karwanên din ên leşkerî ku ji tank, zirêpoş û çekên giran pêk dihatin, bo ser sînorê Sûriyê hatin şandin.

A+A-

Li gor medya Tirkiyê, îro roja Înê karwanê duyem ê leşkerî yê Artêşa Tirkiyê ku ji tank, zirêpoş, çekên giran, otomobîl, alavên lojîstîkî û leşkerî pêk dihat, wek hêza piştevaniyê bo yekeyên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê hatin şandin.

 

Karwanê leşkerî ji bajarên cuda yên Tirkiyê di jêr tedbîrên ewlekariyê yên tund de gehişte parêzgeha Hatayê û ber bi deriyê sînor ê Reyhanli hatin şandin. Piştre jî bo nav axa Sûriyê hatin şandin. Karwanê leşkerî ji herdu navçeyên jêr kontrola "Mertalê Firatê" û "Çiqlê Zeytûnê" bo Idlibê tê veguhestin.

 

Neh roj e bi awayekî rojane karwanên din ên leşkerî bi rêya sînorê parêzgeha Hatay û Kilîsê bo Sûriyê tên şandin. Ev amadekarî di demekê de ye ku Artêşa Sûriyê û firokeyên şer ên Rûsyayê li Idlib û derdora wê grûpên çekdar bordûman dikin ku Tirkiye piştgiriya wan dike.

 

Şandina hêzên zêdetir ji aliyê Tirkiyê ve bo ser sînorê Sûriyê piştî nîgeraniyên wî welatî ji operasyona artêşa Sûriyê li parêzgeha Idlibê tê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin