Tirkiye gundekî Başûrê Kurdistanê topbaran dike

Tirkiye gundekî Başûrê Kurdistanê topbaran dike

.

A+A-

 Muxtarê gundê Hirorê li sînorê parêzgeha Duhokê ji Rûdawê re ragihand, artêşa Tirkiyê îşev derdora gundê wan topbaran kiriye û ragihand, topxaneya artêşa Tirkiyê 18 guleyên topê li derdora gund teqandin û ji ber wê rewşê xelkê gund gelekî ditirsin.

Azad Hirorî, Muxtarê gundê Hirorê diyar kir, “topbaranê derdora demjimêr 22:00 îşev Yekşembê 2ê Çileya 2022an destpê kir” û heta demekê dom kir.

Azad Hirorî got, “18 guleyên topê li derdora gund ketine û ji ber ku şev e em nikarin biçin cihê ku hatiye topbarankirin.”

Serbest Sebrî, Rêveberê Nahyeya Kanî Masê ya Amêdiyê jî têkildarî mijarê ji Rûdawê re ragihand, “ev ne cara yekê ye ku xalên serbazî yên Tirkiyê navçeyên me topbaran dikin, topbaran jî ji ber şerê navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê ye.”

Hêj derbarê zirarên topbaranê de ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Gundê Hirorê dikeve devera Berwarî Bala û gundekî ser bi nahyeya Kanî Masê ya qezaya Amêdiyê ye û ji Nîsana bihorî ve artêşa Tirkiyê operasyonek li vê navçeyê destpê kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin