Tirkiye gefa operasyonê bo Şingal û Mexmûrê xwar

Tirkiye gefa operasyonê bo Şingal û Mexmûrê xwar

.

A+A-

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku artêşa Tirkiyê operasyonên xwe yên li derveyî sînor ji bo jinavbirina PKKê berdewam bike û got: “Em pêşhateyên li Şingal û Mexmûrê ji nêzîk ve dişopînin û hêvî dikin ku ji bo jinavbirina wan di tişta pêwîst di zûtirîn dem de bê encamdan.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar tevî hejmareke fermandarên Artêşa Tirkiyê, serdana bajarê Şirnexê ki û li wê derê bi rêya vîdeokonferansê ligel fermandeyên yekîneyên li ser sînor axivî.

Hulusî Akar diyar kir ku operasyonên artêşa Tirkiyê dê bi tundiyeke zêde li hemebrî PKKê berdewam bin û li her derê leşkerên wan ketine li pey gerîlayên PKKê.

Akar amaje bi wê yekê kir gerîlayên PKKê li Başûrê Kurdistanê kom bûne û “fermandeyênn PKKê ji tirsa du şev li pey hev li heman cih namînin” û got: “Li Şingal û Mexmûrê ji bo demildest bên berterefkirin çi hewce dike em li bendê ne ku zûtir bên kirin. Em pêşhateyên li vê derê ji nêzîk ve dişopînin. Di vê mijarê de me ligel birayên xwe yên Iraqî di nav hemahengiyê de ne û me ji bo muxatabên xwe re gotiye her tim bo hevkariyê amade ne û em dibêjin jî. Em di wê baweriyê de ne ku cîranên me yên Iraqî di vê mijarê de tiştê pêwîst bikin.”

Ev nêzîkî 40 salan e Tirkiye berdewam operasyonên leşkerî li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dike. Tevî wê yekê jî heta niha nekariye PKKê ji wan navçeyan derxîne.

Ji par ve jî Tirkiyê dîsa gelek bi dijwarî dest bi êrişkirina ser pêgehên PKK kir, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê kiriye û  artêşa Tirkiyê derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê bûye, li gelek cihên stratejîk jî, binkeyên serbazî danîne.

(Rûdaw) 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin