Tirkîyê gefa girtina binkeyên NATO li Amerîka xwar!

Tirkîyê gefa girtina binkeyên NATO li Amerîka xwar!

Wezîrê Derve yê Tirkîyê gef li Amerîka xwar û ragihand, eger Amerîka ji ber mûşekên S-400 Tirkîyê ceza bike ewê jî girtina binkeyên NATO yên li Tirkîyê bixin rojevê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Alozî û kirîza navbera Amerîka û Tirkîyê li ser mûşekên S-400 her ku diçe kûrtir dibe.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlût Çavûşoglu ji televîzyona Tirkîyê re gotîye, Amerîka di mijara mûşekên S-400 de zorê li Tirkîyê dike lê Tirkîye vê yekê qebûl nake.

Çavûşoglu li ser kirrîna firokeyên F-35 yên Amerîkî jî gotîye, eger Amerîka wan firokeyan nefroşe wan ewê firokeyên Rûsî bikirrin.

Wî wezîrê Tirkîyê li ser îhtimala cezakirina Tirkîyê ji alîyê Kongireya Amerîka jî ragihand, eger ew Tirkîyê ceza bikin ewê jî girtina binkeyên serbazî yên Încîrlik û Kurecîk yên NATO bixin rojevê.

Binkeya Încîrlik li bajarê Edene ye û ya Kurecîk jî li bajarê Batman yê Bakûrê Kurdistanê ye.

 Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin