Tirkiye: Em ti kesan nakin berdêlê Salih Mûslim

Tirkiye: Em ti kesan nakin berdêlê Salih Mûslim

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê ragihand, ku ji bo radestkirina hevserokê berê yê PYDê Salih Mûslim di navbera wan û Çekyayê de mijareke weke berdêlkirinê nîne.

A+A-

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul got: “Ji bo radestkirina Salih Mûslim Çekyayê daxwaza berdêlê nekiriye. Mijareke wiha di rojeva me de nîne.”

 

Gul da zanîn, ku ew herdu welatiyên Çekyayê yên li Tirkiyê girtîne niha jî di Girtîgeha Wanê de ne.

 

Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê û hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim, roja yekşemê li Pragê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin.

 

Duh hatibû îdîakirin, ku Çekya li hember radestkirina Salih Mûslim daxwaza 2 hemwelatiyên xwe yên endamên YPGê dike, ku li Tirkiyê hatine girtin.

 

Tirkiyê ji bo radestkirina Salih Mûslim, Tirkiyê dosye şandibûne Çekyayê.

 

Biryar bû duh li PRagê Salih Mûslim derbikeve pêşiya dadger lê rûniştina wî hate paşxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin