Tirkiyê dorpêçên nû yên Amerîka şermezar kir û danîna dorpêçan red kir

Tirkiyê dorpêçên nû yên Amerîka şermezar kir û danîna dorpêçan red kir

.

A+A-

Tirkîyê bi daxuyaniyê, ragihandina dorpêçên nû yên Kongressa Amerîka şermezar kir û diyar kir, ew danîna dorpêçan red dikin.


Di daxuyaniya do hat belavkirin de Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê got:
“Em ragihandina dorpêçên yekalî, yên li dijî kirîna Tirkîyê ya sîstemên parastina hewayî S-400 yên ji hêla Amerîka, şermezar dikin û red dikin.”


Wezaretê da zanîn:
“Serok Trump bi xwe li ser vê mijara mafdariya Tirkîyê çend caran anî ziman.”
Herwiha Wezareta Tirk destnîşan kir, ku îdayên S-400 dê bo sîstemên NATOyê xeteriyê derxîne jî, ji bingehek teknîkî dûr e.


Di daxuyaniyê de hat gotin, ji bilî vê, Tirkiyê bo çareserkirina mijarê ya di bingeheke bêalî û rastîn, bi beşdarbûna NATOyê damezrandina komek xebatê ya teknîkî gelek caran pêşniyar kirîye.


Wezaretê di berdewamiya daxuyaniyê de ragihand, qebûlnekirina Amerîka ya pêşnîyara me ya çareseriya pirsgirêkê ya bi dîyalog û dîplomasiyê, bi rengekî hêjayî du hevalbendan be û serlêdana dorpêçên yekalî, kiryarek ji her cûreyê têgîhiştinê dûr e.
Wezaretê diyar kir:


“Tirkîyê dê dijî vê biryarê ku ser peywendî yên mebê guman dê bandorên neyînî bike, di şertên ku ew biryar bide û di dema ku bixwaze gavên pêwîst bavêje. Tirkîyê dê tedbîrên ku ew bo dabînkirina ewlehiya neteweyî pêwîst dibîne paşve venakişe.’’


Hevdem, Wezaretê bang li Amerîka kir, da ku biryara dorpêçên neheq ji nû ve binirxîne û bi lezgînî ji vê biryara çewt vegere.


Wezaretê da zanîn:
“Em careke din destnîşan dikin ku li gor giyana îtifaqê, amade ne bi rêya dîyalog û dîplomasiyê mijarê çareser bikin.”


Serokê Saziya Endustriya Berevaniyê Îsmaîl Demîr, ku di nava lîsteya dorpêçan de ye got, ew di bin pêşengiya Serok Recep Tayyîp Erdogan de, bo armanca xwe ya pîşesazîya berevaniya bi tevahî serbixwe, biryardar in.
 

Demîr destnîşan kir û got:
“Biryareke ku hemberî min û an saziya me ku li derveyî welat hatiye girtin, dê helwesta min û tîma min neguherîne; ew ê nikaribe bi ti awayî pêşî li pîşesazîya berevaniya Tirkiyê bigire.”
Bi sedema Tirkiye ji Rûsyayê sîstema hewayî ya S-400an kirîbû, Amerîka dorpêç danî ser Tirkiyê. Li gor qanûna dorpêçan ya bi navê CAATSA ya Amerîkayê; Serokê Sanayiya Bergiriyê ya Tirkiyê, ku bi Wezareta Bergiriyê ve girêdayî ye İsmail Demir û 3 xebatkarên rêxistinê, xistine lîsteya dorpêçan.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin